Cenazeyê 3 şehîdên azadiyê li Hesekê spartin axê

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê 3 şehîdên azadiyê bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîd Dijwar a Hesekê spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê cenazeyên şervanê YPG’ê Mûhened Tamê (Demhat Hesekê), Abdulrehman Salih (Azad Hesekê ) û Ehmed Şerîf ( Zagros) ên ku Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyekê rêz hate girtin. Ji aliyê şervanên YPG/YPJ û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navê  Meclîsa Malbatên Şehîdan Nisrîn Mesûd axivî û sersaxî ji malbatên her sê pakrewanan re xwest û got ku welat bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan hate rizgarkirin.

Ji fermandarên QSD’ê Tolvîn Hesekê jî axivî û diyar kir ku ew wekî hêzên leşkerî berxwedaniya xwe li hemberî çeteyan dewam bikin û hêviyên şehîdan pêk bînin.

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiyê de hevrêyên şehîdan cenazeyê her sê şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’  li goristanê spartin axê.