Cenazeyê 3 şehîdên azadiyê hatin veşartin

Welatiyên Şedadê cenazeyê 3 şervanên YPG’ê bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadê spartin axê.

Bi sedan welatiyên Şedadê cenazeyên şervanê YPG’ê Hemed  Ebdulrezaq (Qeys Hesekê), Xalid Ebdulrezaq (Qeyser Hesek) û Xelîl Ebûd (Nimir) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, ji Meclîsa MalbatênŞehîdan a bajareê Hesekê wergirtin û bi karwanekî  wesayîtan ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Piştre ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve merasîmekî leşkerî hate lidarxistin. Hevserokê Buroya Karûbarên Rêxistinan Dijwar Ehmed li ser navê Rêveberiya Xweser axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got; “Van şehîdan ji bo rizgarkirina Sûriyê ji terorê canê xwe feda kirin. Bi saya şehîdan hemû gelên Bakûrê Sûriyeyê di nava aramî û aşitiyê de dijîn.’’

Ji  aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Berai El-Hayis ve belgenameya şehadetê  hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de, şervanên YPG û YPJ’ê cenazeyê her sê şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan li goristanê spartin axê.