Cenazeyê 4 şehîdên azadiyê hatin veşartin

Cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê ku li cih û demên cuda şehîd bûne, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle, gundê El-Qebê û Goristana Şehîd Mehmûd Tiûmê hatin veşartin.

KOBANÊ

Welatiyên Kobanê merasîma cenazeyê şervanên YPG‘ê Arif Hemê (Arif Kobanê) û Yûsif Enlî (Denîz Şoreşger) 16‘ê Kanûnê di encama teqîna mayînekê li Reqayê de û şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Derwîş (Mihemed Nûr) ê 14‘ê Kanûnê di encama teqînekê de şehîd bibûn, li pêşiya Goristana Şehîd Dicle kom bûn.

Merasîm li goristanê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Di merasîmê de li ser navê YPG/YPJ’ê Botan Kobanê, li ser navê Hevserokatiya TEV-DEM’ê Eyşê Efendî û li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Arîf Balgî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û berxwedana QSD‘ê ya di rizgarkirina herêmên Bakurê Sûriyeyê silav kir. Her wiha hate diyarkirin ku bi saya şehîdan gelek destkeftî hatine bidestxistin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyê şehîd Arif û Denîz li Goristana Şehîd Dicle hatin veşartin. Cenazeyê Mihemed Nûr li ser daxwaza malbata wî ber bi gundê wî El-Qebêyê rojavayê bajar ve hate birêkirin.

GIRÊ SPÎ

Bi sedan şêniyên kantona Girê Spî ji bo merasîma cenazeyê şervanê QSD‘ê Mihemed El-Xidir ( Hemûdî) yê 12‘ê Mijdarê di encama teqîna mayîneke çeteyên DAIŞ‘ê de li Reqayê şehîd bû li çerxereya El-Elem kom bûn û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Mehmûd Tiûmê ya li gundê Tenhoza ya rojavayê Girê Spî bi rê ketin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir.

Di merasîmê de, Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid, Hevserokê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd El-Ebdullah û Endama Kongreya Star Fadiya El-Şerif axivîn.

Axaftivana sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û keda şervanan a di parastina herêmê destnîşan kirin.