Cenazeyê 3 şehîdan bi merasîmekê li Tebqayê veşartin

Şervanên YPG’ê El Ebdullah û El Mûbarek ên şehîd bûbûn, li Tebqayê bi merasîmekê veşartin.

MeclÎsa Malbatên Şehîdan bi beşdariya bi sedan şêniyên Tebqa û saziyên sivîl û leşkerî merasîma veguhastina cenazeyên 2 têkoşerên YPG’ê ku di rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûbûn, ji goristana bajêr veguhastin Goristana Şehîdan a Teqayê.

Cenazeyên her du şehîdan bi karwanekê ji Nexweşxaneya El-Wetenî ya Tebqayê de ber bi Goristana Şehîdan ve hatin veguhastin. Li goristanê bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve destpê kir.

Piştre ji aliyê Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Sivîl û Meclşsa Leşkerî ya Tebqa axaftin hatin kirin. Axaftvanan sersaxiya malbatên şehîdan kir û spasiya rola wan şehîdan di têkbirina terorê û rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAÎŞ’ê de kir.

Axaftvanan diyar kir ku gelên herêmê bi tevahî pêkhateyên xwe di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rizgariya xwe ji zulm û destpotiyê dibînin.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameyên şehadetê xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîdan a Tebqayê hatin veşartin.

Şervan Ebdullah El-Ebdullah di pêngava rizgarkirina Reqayê 23.06.2017’an de û Xelef El-Mubarek di pêngava rizgarkirina gundê Tiwêhîniyê ya girêdayî Tebqayê 24.01.2017’an de şehîd bûbûn.