Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê hatin veşartin

Cenazeyê şervanên YPG’ê Îbrahîm El-Mezrî û Hîcab Mihêmîd ên ku 19’ê Kanûna 2017’an di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, ji ji aliyê welatiyên navçeya Til Hemîsê ve bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi sedan welatî û şervanên YPG’ê ji bo ku cenazeyên şehîdan bigrin li pêşiya Meclîsa Taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn. Girseya gel piştî ku cenaze wergirt ber bi Goristana Şehîd Raxib El-Etiyê ya li gundê El-Salihiyê ve ketin ser rê.

Dema ku girse gihişte goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve hate destpêkirin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Kemal Pîr axaftinek kir û ji malbatên herdu pakrawanan re sersaxî xwest.

Her wiha di berdewama merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Navçeya Til Hemîs Ehmet El Ebawî û Desteya Malbatên Şehîdan Ebû Ehmed axivî û diyar kirin ku bi saya şehîdan hemû pêk hate bi hev re dijîn.

Piştre jî nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşim û tilîliyên dayikan ve hatin veşartin.