Cenazeyê 2 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanên QSD’ê Mazin û El-Kurdî bi merasîmsekê li Goristana Şehîdên Reqayê veşartin.
Welatiyên Girê Spî cenazeyê şervanên QSD’ê Mazin û El-Kurdî bi merasîmsekê li Goristana Şehîdên Reqayê veşartin.
Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundên wê cenazeyên şervanên QSD‘ê Mazin Mihemed (Mazin Reqa) û Basil El-Hemed (Ebû Muhened El-Kurdî) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn bi merasîmekê li goristana Şehîdên Reqayê ya li gundê El-Hikûmiya veşartin.
Li goristanê ji bo şehîdan merasîmek hate lidarxistin û merasîm bi rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endamê Komîteya Têkiliyan a QSD‘ê Siûd Feysel sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û berxwedana şervanên QSD‘ê silav kir. Siûd Feysel soza xwedîderketina li nirxên şehîdan û domandina xeta wan heta tunekirina terorê nû kir.
Di merasîmê de axaftin ji aliyê beşdaran ve hate kirin. Di axaftinan de rola şehîdan a parastina nirxên jiyanan hevbeş û biratiya gelan a di navbera gelan de hate destnîşankirin.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Şervanan cenazeyên hevalên xwe li ser milên xwe kirin û di nava dirûşmeyan de spartin axê.