Cenazeyê 2 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Mihemed El Mirêcî û Hisên El-Mirêcî bi merasîmekê veşartin.
Welatiyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê cenazeyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Mihemed El Mirêcî û Hisên El-Mirêcî bi merasîmekê veşartin.
Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û herêma Şedadê cenazeya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Mihemed El-Mirêcî (Ebû Rehef) û Hisên El-Mirêcî (Xelîl)li gundê 47 ya girêdayî herêma Şedadê oxir kirin.
Herdu şervan di 19`ê Gulanê de li gundê Faris a girêfayî herêma Şedadê di bersivdayîna li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûn.Merasînê bi deqeyeke rêzgirtinê de pê kir, paşê Endamê Meclîsa Malbatên şehîdan Ehmed Esaed axivî û wiha got:
ʺ Em li hemberî şehîdên ji bo parastina herêmê li dijî çeteyên DAIŞ`ê jiyana xwe fedakirine bejna xwe ditewînin, şehîdan mezintirîn efsaneyên lehengiyê û fedakariyê di bersivdayîna terora cîhanî ya DAIŞ`ê de nîşan dane.ʺ
Ehmed Esaed her wiha di axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: ʺEv şervan zarokên vî welatî ne, em careke dî sond didin wan û malbatan ku em rêya wan bişopînin.ʺ
Ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Hesen Silêman jî axivî û destnîşan kir ku ew ê bi têkoşîn û berxwedana xwe tola hevalên xwe hildin û herêmê ji qirêjiya terora DAIŞ`ê rizgar bikin û wiha domand, ʺ Şehîd bira û hevrêyên me ne, fedakariya wan wê bibe mertala ku parastina herêmên me ji êrîşên terorîstê bikin. Li ser vê yekê jî em soz didin şehîdên xwe em ê heta pêkanîna serkeftinê rêya wan bişopînin.ʺ
Di merasîmê de her wiha, Hevserokê Meclîsa Herêma Şedadê Munaf Siûd axivî. Munaf Siûd jî sersaxî ji malbatan re xwest û got: ʺVan şehîdan ji bo ku parastina me bikin jiyana xwe feda kirine, ez soz didin xwîna wan vala naçe, em ê tola wan ji çeteyan hildin.ʺ
Di dawiya axaftina xwe de Siûd bang li şêniyên herêmê, bi taybet li ciwanan kir ku tevlî refên QSD`ê bibin da herêmê ji terorê rizgar bikin û talokeya li ser herêmê dûr bixin.ʺ
Paşê nasnameya herdu şervanan van ji aliyê Endama Meclîsa Malbatê Şehîdan a bajarê hesekê Îlham Bekir ve hat xwendin û radestî malbatan hat kirin.Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê di nava tilîliyên dayikan û durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi karwanekî tirimbêlên ku bi wêneyên şehîdan hatibûn xemilandin ber bi gundê 47 ve ketin rê da li ser daxwaza malbatan li goristana gund bên definkirin.