Cenazeyê 2 şehîdan li Serêkaniyê hate veşartin

Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê Erka Xweparastinê Rakan Xelef û cenazeyê şervanê QSD’ê Yasir Hisên bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyên şervanê Hêzên Erka xweparastinê Rakan Xelef û şervanê QSD’ê Yasir Hisên (Edil Mergede) ên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Nexweşxenaye Roj wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve jî merasîmeke leşkerî hate lidarxstin. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şirîn Şêxo, li ser navê Fermandariya YPG’ê Îmad Mano axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û wiha gotin; “Bi saya fedekariya şehîdan Sûriyeyekî demokratîk û federal tê avakirin. Her du şehîdan di oxira rizgarkirina herêmên Sûriyeyê ya ji çeteyan de canê xwe feda kirin.”

Di dawiya merasîmê  de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre jî rêhevalên şehîd, darbesta şehîdan li ser milê xwe kirin û cenaze bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ li goristanê veşartin.