Cenazeyê 2 şehîdên azadiyê li Efrîn û Kobanê hate veşartin

Bi hezaran welatiyên Efrîn û Kobanê cenazeyê şervanên YPG’ê Egît Kobanê û Riyad Ebdo bi merasîmekî heybet li goristanê veşartin.

KOBANÊ

Bi hezaran welatiyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê YPG‘ê  Mesûd Ebdulrehman (Egît Kobanê) yê ku li Reqayê di encama teqîna mayîneke de şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin.

Merasîm ji bo şehîdên azadiyê bi deqîqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Serokê Desteya Dada Civakî sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û wiha hate gotin;

“Şehîd Egît yek ji lehengên vî welatî ye. Rizgarkirina herêmê bi saya berxwedana şehîdan pêk hatiye, ne ji wan bûya me nedikarî li ser vê axa pîroz kom bibin.”

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Şêx Ehmed Elî û Endamê Komîteya Aborî ya bajarê Reqayê Lezgîn Elî jî axivîn û wiha gotin; “Dîroka me bi têkoşînê dagirtiye, hê jî em ji bo jiyaneke bi rûmet û aştiyane şehîdan didin, va ye îro berhemên vê têkoşînê derdikeve holê. Şehîd Egît û hemû cangoriyên azadiyê wê di dilê û mejiyê me de bin. Ji ber ku bi keda wan me azadiya xwe bi dest xist. Em bi şehîdan bi ser dikevin û bi hêz dibin.”

Di merasîmê de her wiha, bi navê malbata şehîd Egît Umer Elûş jî got “Wê xwîna şehîdan li erdê nemîne, em ê armancên wan pêk bînin. Armanca yekemîn a yekbûyîna Bakurê Sûriyeyê û biratiya gelan va ye bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan bi cih bû.”

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.Şervanan cenazeyê şehîd li ser milê xwe kirin û bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ spartin axê.

EFRÎN

Bi hezaran welatiyên  kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG‘ê Riyad Ebdo (Rustem Cûdî) yê di 10‘ê vê mehê di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk li ser gundê Celeme yê Efrînê de şehîd bûbû, bi merasîmekê  li Goristana şehîd Refîq veşartin.

Girseya gel cenazeyê şervanê YG’ê Riyad Ebdo ji Nexweşxaneya Şehîd Avrîn wergirtin û ber bi goristana şehîd Refîq ve ketin rê. Li goristanê ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Piştre li ser navê YPG/YPJ‘ê Milîtan Şêrawa, li ser navê TEV-DEM‘ê ya navçeya Şêrawa Zagros Efrînî, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş û li ser  Malbata şehîd birayê şehîd Mihemed Ebdo axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hemû cangoriyên azadiyê hatin bi bîranîn. Axaftvanan banga xwedîderketina li xeta şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê kirin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd Riyad Ebdo (Rustem Cûdî) hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û  tilîliyên dayîkan li goristanê hate veşartin.