BI DÎMEN

Cenazeya şehîd Êva Elî bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Cenazeya şehîd Êva Elî ku 30 Adarê di encama qezayekî de şehîd bûbû li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişloyê bi merasîmeke girseyî hat veşartin.

Şehîd Êva Elî ya ku di 30 Adarê de di encama qezeyekê de şehîd bûbû îro li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmeke girseyî hat veşartin. Di merasîmê de Kongra Îslama Demokratîk, Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û şêniyên bajarê Qamişlo amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Ayda Îbrahîm li ser têkoşîna şehîdan wiha axivî: “Di jiyanê de şehadet asta herî bi nirx e. Dijminê gelê Kurd êrîşên xwe li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Lê têkoşîna me jî di asta herî jor de berdewam dike. Her wiha em tevlîbûna malbata şehîd Êvê di nava Meclîsa Malbatê Şehîdan de pîroz dikin.”  

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Şêro Mihemed El Şero, jî destnîşan kir ku ew ê têkoşîna şehîdên xwe berdewam bikin û wiha pê de çû: “Di kesayeta şehîd Êva Elî de em hemû şehîdan bi bîr tînin û bejna xwe li ber şehîdan ditewînin. Careke din kulîlkek ji kulîlkên Kurdistanê di vê Pekrewangiha pîroz de em oxir dikin. Bi saya şehîdên me destketiyê Şoreşa Rojava hatine parastin, ji ber wê jî divê em xwedî li keda şehîdên xwe derkevin.”  

Her wiha endamê Kongra Îslama Demokratîk Casir Salih bi bîr xist ku jiyana herî rast û bi rûmet jiyana şehîda ne û got: “Li ser navê Kongra Îslama Demokratîk em sersaxiyê ji malbat û gelê Kurd re dixwazin. Şehîd her tim zindî ne, şehîd tişta herî buha, ji bo welatê xwe feda kirin.”  

Dayika Şehîd Êva Leyla Hilbo, da zanîn ku ew bi şehadeta keça xwe serbilinde û got: ”Keça min Êva tim ji min re digot ez dixwazim bigihêjim asta şehîdan. Vaye îro Êva jî di vê pekrewangeha pîroz de li rex hevrêyên xwe yên şehîd tê veşartin. Carek din ez şehadeta Şehîd Êva li hevrê û hogiran pîroz dikim.”

Di dawiyê de jî wesîqeya şehîd Êva Elî hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin. Cenazeyê şehîd Êva Elî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat veşartin.