Dewleta Tirk a dagirker ji meha Cotmehê vir ve binesaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike û sivîlan qetil dike. Cîgirê Serokatiya Hevbeş a Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji ANF’ê re axivî.
Cemal Reşîd diyar kir ku cihan amadekariya sala nû dike, dewleta Tirk a dagirker jî êrîşî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û wiha got: “Cihan li benda hatina sala nû ye û xatirê xwe ji sala 2023 dixwaze. Di sala nû de hêviya çareseriya krîza Sûriyeyê heye. Lê mixabin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev nêzî 3 roj in em dibînin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî êrîş dikin.”
NEXWEŞXANE JÎ BOMBEBARAN KIRIN
Cemal Reşîd anî ziman ku dewleta Tirk a binesaziyên herêmê hedef digire û wiha domand: “Dewletên destwerdanê li karûbarên Sûriyeyê de dikin rê didin Tirkiyeyê ku êrîşî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Dewleta Tirk navendên giştî, nexweşxane û heta navenda diyalîzê û yekane navenda oksîjenê yên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Piraniya navendan hatine bombebarankirin. Heta nexweşxane jî hatin bombebarankirin û hemû amûrên tenduristiyê di bin kavilan de mane. Cihên hedef hatin girtin xizmetê nadin gel. Artêşa Tirk a dagirker baregehên ewlekarî û cihên nêzî girtîgehên ku bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê tê de ne bombebaran kir. Hewl dide çeteyên DAÎŞ ji nû ve zindî bike.”
JI BER ÊRÎŞAN DIBISTAN HATIN GIRTIN
Di berdewamiya axaftina xwe de Cemal Reşîd destnîşan kir cih û warên Kantona Şehbayê jî tê bombebarankirin û wiha pêde çû: “Yekser gundên ku sivîl lê dijîn û derdora pênc kampên li Efrînê û Şehbayê dikin armanc. Tirsa mezin ji komkujî û karesateke mirovî heye. Ji ber vê yekê me dibistan girtin, da ku em karibin zarok û navendan biparêzin. Bi taybetî Şehba bi dorpêçeke dijwar re rû bi rû ye.”
ŞEHBA Û EFRÎN BI KARESATEKE MIROVÎ RE RÛ BI RÛ NE
Reşîd anî ziman ew bi karesateke mirovî re rû bi rû ne û wiha got: “Li kantonên Efrîn û Şehbayê kêmahiyên madeyên xam hene. Mixabin ev hemû binpêkirin li ber çavên hêzên navneteweyî, Rûsya û rejîma Şamê diqewimin. Siyaseta berjewendiyên navneteweyî bûye polîtîkayek ku siyaseta rewşa mirovî têk dibe. Armanca vê polîtîkayê ew e ku şêniyên Sûriyeyê yên mayî ji herêmên Sûriyeyê yan jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidin koçberkirin.”