Celîla Osman 33 sal in li ber xwe dide

Celîla Osman ku bi saya kurmetê xwe Rûbar ê ku şehîd bû PKK’ê nas kir, ji sala 1989’an û vir ve di nava têkoşînê de ye. Celîla ku yek ji damezrînerên Yekîtiya Star e, niha di nava rêveberiya Kongreya Starê de ye.

Celîla Osman a ji bajarê Amûdê, di sala 1988’an de dema ku kurmetê wê Rûbar (Abdulkerîm) bi hevalên xwe re çûbû mala wan, PKK’ê nas kir û ji sala 1989’an ve di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de cih girt.

Celîla Osman ji ANF'ê re axivî û got, "Me berê Tevgera Apoyî nebihîstibû û nas nedikir. Di sala 1988’an de kurê meta min Rûbar (di sala 1991’ê de şehîd bû) bi hevalên xwe re hat cem me. Rêber Apo, Mahsum Korkmaz, Kemal Pîr û Hayrî Durmuş bi me da naskirin. Rastiya PKK’ê vegot û PKK’ê wisa bi me da nas kirin."

Celîla da zanîn ku bi PKK'ê re bûne xwedî hişmendiya kurdewariyê û got ku ew ji sala 1989'an ve tevlî nava kar bûye. Celîla qala wan rojan kir, "Ji ber rejîmê, liv û tevger ne hêsan bû. Hevalên kadro nebana jî me xebatê xwe dewam dikir û pêdivî bi çi heba me ew dikir. Min heval li Amûdê bi malbatan dida naskirin û wiha jî pê re min dest bi kar kir. Her çiqas zehmet bû jî, me broşuran teqez digihandin Amûdê."

'BI PKK'Ê RE MIN XWE NAS KIR'

Celîla da zanîn ku wê xwe bi PKK’ê re nas kiriye, di jiyana wê de gelek guhertin çêbûne, li gel zextên rejîm û civakê wê dest ji têkoşînê bernedaye û wiha got: ""PKK xwedî rastiyekê bû. Ne ji bo berjewendiyên xwe têdikoşe, xwe bi parçeyekî re sînordar nekiriye, ji bo çar parçeyan têdikoşe. Me dizanibû ku ew tevgerek paqij û rast bû. Me çiqasî zehmetî kişand jî me xwe bi rêxistin kir û bi Apoyiyan re têkoşiyan."

ZEXTÊN SÛRIYEYÊ

Ji ber ku Celîla bi awayekî aktîf di nava Tevgera Apoyî de cih digirt, ji aliyê rejîma BAAS'ê ve gelek caran hate destgîrkirin û gef lê hate xwarin. Celîla anî ziman ku bi taybetî di sala 2004’an de êriş zêde bûn.

DI AVAKIRINA YEKÎTIYA STAR DE CIH DIGRE

Celîla, got, çawa ku sala 2004'an bi rengekî çalak tevlî nava rêxistiniya Yekîtiya Star bû, di sala 2005'an de jî beşdarî ragihandina fermî ya Yekîtiya Star bû û wiha dewam kir, "Em nêzî 10 jin hebûn. Eger weke tevgerên din bûya, me yê demek berê dev jê berdabûya, herî zêde salek-du sal em bi hev re xebitî, êdî tune bû, lê PKK ne wek tevgerên din bû. Carekê we dest pê kir hûn nikarin dev jê berdin, ji ber ku ew tevgerek rast bû. Eger îro me ji Yekîtiya Star xwe gihandiye Kongra Star, berhema têkoşîna Bêrîtan û Sarayan e. Niha bi hezaran jin di nava xebatên rêxistinkirinê de ne."