Cafer: Plana dagirkeriyê planeke demdirêj e
Endamê Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê Silêman Cafer diyar kir dewleta Tirk plana xwe ya dagirkeriyê didomîne û got “Divê hikumeta herêma Kurdistanê helwesta xwe diyar bike û alîkariyê nede dagirkeriyê.”
Endamê Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê Silêman Cafer diyar kir dewleta Tirk plana xwe ya dagirkeriyê didomîne û got “Divê hikumeta herêma Kurdistanê helwesta xwe diyar bike û alîkariyê nede dagirkeriyê.”
Silêman Cafer diyar kir xeyala Erdogan a li ser êrişa li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ev e ku berê têkeve Qendîlê, xwe bigihîne Şengalê û dora Rojava bigire. Silêman Cafer diyar kir Tirkiye bi saya ‘dostên’ xwe yên li herêmê vî tiştî dike.
Endamê Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê Silêman Cafer êrişên li Kurdistanê û helwesta li hemberî van êrişan ji ANF’ê re nirxand.
Cafer diyar kir êrişên hemdem ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Rojava ne tesadufî ne û got “Dewleta Tirk beriya her êrişê sedemekê diyar dike lê li her dera ku êriş kiriye jî ji xwe re li piştgiran digere û zemîna êrişê ava dike. Li hemberî Kurdan çiqas êriş hatibe kirin, ev bi saya îxanetkarên Kurd tê kirin. Dema êrişî Şengalê kir jî ne bi tenê Kurd bi alîkariya hikumeta Iraqê ev êriş kir.”
HEDEFA TIRKIYEYÊ EV E KU DORA ROJAVA BIGIRE
Silêman Cafer diyar kir yek ji hedefa êrişan dorpêça li ser Rojava ye û got “Xeyala Erdogan a li ser êrişa li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê ev e ku berê têkeve Qendîlê, xwe bigihîne Şengalê û dora Rojava bigire. Ji bo vê jî divê piştgiriyê werbigire. Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar li xwe mikur hat ku ev êriş bi alîkariya dostên xwe yên herêmê tê kirin. Her kes dizane ev ‘dost’ên wan kî ne. Beriya êrişa li ser Zapê Enqereyê bang li Mesrûr Barzanî kir. Li hev rûniştin û ferman dan. Mesrûr Barzanî jî ev êrîş qebûl kir.”
Cafer diyar kir ku di navbera Şengal û Rojava de bi qasî 245 kîlometreyan dîwar tê lêkirin û got “Şengal ji sala 2015’an û vir ve azad e û xwe bi rê ve dibe. Armanc û hedefa Mûstafa Kazimî û PDK’ê ev e ku bi darê Peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin. Ev peyman li ser daxwaza dewleta Tirk hatibû kirin. Îro hikumeta Kurdistanê ya Federe alîkariyê dide dagirkeriyê. Divê hikumet alîkariyê nede. Îro ne roja alîkariya dagirkeriyê ye, divê mirov li hemberî wê be. Dewleta Tirk tu carî naxwaze Kurd xurt bibin. Divê em bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan li hemberî dagirkeriyê bin û herêmên xwe yên dagirkirî azad bikin.”