Biryarên Konferansa Aboriyê ya Jinan a Bakurê Sûriyeyê

Komîteya Aboriyê ya Jinan, encamnameya konferansa xwe eşkere kir. Di encamnameyê de hat ragihandin, ku biryar hatiye dayin Koordînasyona Aboriyê ya Jinan a Bakurê Sûriyeyê û Akademiya Aboriyê ya Xweser bên avakirin.

Komîteya Aboriyê ya Jinan, encamên konferansa xwe ya yekemîn a aboriya jinê ya Bakurê Sûriyeyê eşkere kir.

Encamname bi Kurdî ji aliyê endama Yekîtiya Kooperatîfan Nebîle Mihemed, bi Erebî jî ji aliyê Endama Komîteya Çandiniyê Awaz Silêman ve hate xwendin.

'ZÊDEYÎ 10 HEZAR JIN TEVLÎ KOOPERATÎFAN BÛN'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekemîn Konferansa Aboriyê ya Jinan a Bakurê Sûriyeyê bi dirûşma, 'Jin afirînera aborî ya rast e û aborî çalakiya jinê ya civakî ye' pêk hat. Konferans bi tevlîbûna herêma Minbic, Efrîn, Kobanê û Cizîrê heman demê de saziyên eleqeya xwe ji aborî re hene bi giştî hate pêk anîn. Konferansê du rojan dewam kir, ji kanton û saziyan roja yekemîn 220 kes wek mêvan, roja duyemîn 160 kes wek delege tevlî bûn. Nirxandin destpêke ji pêvajoya siyasî destpê kir û hate ser ziman ku, pêwîste aboriya gorî şer û gorî demê bê avakirin û dîsa nava şer de pêwîstiya aboriya jin û girîngiya wê hate ser ziman, eynî demê de girîngiya aboriya xweser û ambargo vala derxistinê hate nirxandin. Di konferansê de perspektîfên birêz OCALAN yên aborî, polîtîkaya jinê û rapora kar û xebatên 2 salan hatin xwendin. Di heman demê de li ser kar û xebatan statîstîkên pêşveşûna kar bi rengê silyat hate dayîn û sînevîzyona karê du salan hate  pêşkêşkirin. Weke peyam destpêke peyama KJK'ê hate nîşandan. Nîqaşên giştî li ser xweser rêxistinbûn û çalakbûna pêşketin, li ser koparatîf avakirin û koparatîf gorî pêwîstiya civakê avakirine eynî demê de hûndirê koparatîfan de bingeh avakirin, perwerde dayîn û koparatîf hin çalak rêxistinkirinê nîqaşên girîng hatin pêşxistin. Bi giştî nîqaşên hêz û hêvî didin bi moral û coşeke mezin hatin pêşxistin. Di konferansê de nûnerên Suryanî, Ereb û Kurdan bi zimanê xwe nîqaş kirin û xwe di nava konferansê de dîtin.

Di encama karê aboriya jinê ya du salan de, sala 2016 15 koperatîf hetibûn avakirin, sala 2017 hejmara van bûn 60 koperatîf endam de 75 koperatîf bi tevlîbûna 10,200 jina hate avakirin."

BIRYARÊN HATIN STANDIN

Li gorî encamnameyê biryarên di konferansê de hatine standin ev in:

"1-Koordînasyona aboriya jinên Bakurê Sûriyeyê bê avakirin.

2-Kadroyên aborî yên herêmî bên rêxistin çalak kirin.

3-Akademiya xweser a aboriyê bê avakirin û girîngî ji perwerdeyê re bê dayîn.

4-Navenda lêkolîn û pêşxistina aborî bê vekirin.

5-Li navenda aborî de beşên ragihandin, arşîv û dîplomasî bên rêxistin kirin.

6-Saziya karkeran re hevbeş bê kar kirin.

7-Di nava kooparatîfan de perwerdeyên pisporiya kar û kooparatîf hîn çalak kirinê re û di heman de wateya kooperatîfan ji endaman re baş bê dayîn.

8-Kooperatîf li gorî pêwîstî û berjewendiyên civakê û di nava komînan de bên avakirin û her komîn bibe xwedî kooperatîfekê.

9-Jinên ciwan di karê ziraatê de û bi giştî nava karê aborî de bên perwerde kirin û pisporên kar  bên rêxistin kirin.

10-Kooparatîfên ziraat, sewaldarî, pîşesazî û tîcaretê hîn çalak bên pêşxistin.

11- Giranî ji xebatên rêxistinkirina karê aborî yên xetên gundan re bê dayîn.

12-Koperatîfên zîraatê aliyê alavên çandinî de xwe têr bike û pêwîstiyên xwe, bi xwe pêşwazî bike.

13- Hemû beşên aborî de wek zîraat, sanayî, sewaldarî û tîcaret navendîbûyîn û sazîbûn çêbe.

14- Karê jinê yê desta, yê ku niha bê nirx maye bê zindîkirin û nava civakê de bê pêşxistin.

15-Giranî hin zêdetir ji koparatîfên herêmî û biçûk re bê dayîn û gorî wê bên pêşxistin.

16-Bingeha Yekîtiya Kooparatîfa, girêdayî vê mala koparatîfa yên ku hatine avakirin û bi giştî hemû beşan de koparatîf bê çalak kirin."