Meha Adarê ku hem meheke berxwedanê ye hem jî meheke komkujiyan e, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke meheke ji hêvî û baweriyê mohra xwe li dîrokê xist.
Di Newrozê de ku ruhê azadî, yekîtî û berxwedanê ye, gelan bi coşeke mezin bersiv dan tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, faşîzm û dagirkeriyê û careke din bersiva pêwîst dan Dehaqan.
Bi saya berdêlan planên dewleta Tirk hatin pûçkirin. Gerîla li Garê, Werxelê, Mam Reşo, Zendûra û Girê Sor destanên mezin ên lehengiyê nivîsand û di meha Adarê de berxwedan gihand asta herî bilind.
Newroz ne tenê bi wateya hatina biharê ye. Newroz serhildan e, berxwedan e. Qîrîna gelên bindest a li dijî Dehaqan e. Newroz nîşaneya yekîtî û hevgirtina gelan e.
ROJEK BERIYA NEWROZÊ
Mîna her salê îsal jî ji bo pîrozbahiyên Newrozê gel berê dest bi amadekariyan kir û kolan bi kolan, tax bi tax, bajar bi bajar her der bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, TEV-DEM, YPG-YPJ, QSD û Kongreya Star hate xemilandin.
Di pîrozbahiyan de ku êvarê dest pê kirin, meşale hatin vêxistin, girseyên gel li dora êgir li hev civiyan, dirûşmên 'Bijî Serok Apo' qîriyan û govend gerandin.
Mirovên ku kincên neteweyî li xwe kirin, bi konvoyan derbas bûn. Wesayitên xwe jî bi wêneyên Abdullah Ocalan û alên PKK'ê xemilandin. Di Newroza 2022'an de bi sed hezaran kes bi biryardariyeke mezin daketin qadan. Malbatên Şehîdan agirê Newrozê dadan, dirûşma 'Şehîd namirin' qîriyan, nîşaneya serketinê û tilîliyan atmosfereke bi heybet afirand.
Mirovên ku bi kincên xwe yên herêmî li qada Newrozê li hev civiyan, dirûşm qîriyan û govend gerandin.
Tedbîrên ewlekariyê yên ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve beriya bi rojan hatin girtin heta dawiya Newrozê jî dewam kirin. Ambûlans ji bo rewşeke gengaz timî li qadên pîrozbahiyê amade bûn.
JI 7 HETA 70 SALÎ HER KES DAKETIN QADÊN NEWROZÊ
Newroz destpêkê diyarî Abdullah Ocalan, berxwedêrên li zindanan, gerîla û şervanên ji bo azadiyê têdikoşin hate kirin û biryardariya li dijî faşîzmê û hêza cewherî careke din nîşan da.
Ji 7 heta 70 salî mirovên ku kincên neteweyî li xwe kirin bi alên PKK'ê daketin qadan. Ereb, Ermen, Suryanî, Êzidî, Tirkmen ji bo yekîtiyê berê xwe dan azadiyê.
Komên govend, muzîk û şano yên ser bi TEV-ÇAND û Tevgear Çand û Hunerê ya Hîlala Zêrîn coşa gel zêdetir kirin.
JIN CAREKE DIN LI PÊŞ BÛN
Jinên ku di her kêliya amadekariya Newrozê de hebûn, çawa ku gotina 'Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye' li dîrokê nivîsandin, careke din nîşan dan ku Newroz ji bo jinan gelekî bi wate ye. Jinan bi kincên xwe yên neteweyî, bi stran, govend, dirûşm û berxwedana xwe pêşengî ji Newrozê re kirin.
BIRYARDARIYA LI SER XETA AZADIYÊ
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di Newrozê de li gel peyama ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her wiha li dijî êrişên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî şerê taybet soza ji bo mezinkirina têkoşînê û şerê ji bo azadiyê hate dubarekirin. Hate ragihandin ku xeta azadiyê wê ti carî nikaribe bê tunekirin.
Di Newrozên Qamişlo, Dêrikê, Tirbespiyê de ku lê amade bûm, peyama ji bo bilindkirina têkoşînê hate dayin.