Birîna ku nakewe: Fermana 73'an

Êzidiyên ku heta niha timî ferman li wan rabûn, fermana mezin a herî dawî di 3'ê Tebaxa 2014'an de li gel xiyanetê dîtin. Şengal a ku ji aliyê Derwêş û Edûlê yên hemdem ve tê parastin, bi rêxistinbûnê bersiv da ferman û xiyanetê.

Îro salvegera fermana dawî fermana 73'an e ku li civaka Êzidî hate kirin.

Kurdên Êzidî ku weke "Kurdên resen" tên qebûlkirin, di herikîna dîrokê de timî ferman li wan rabûn.

Êzidî êrişên qirkirinê bi gotina "ferman"ê pênase dikin. Êrişa destpêkê ya herî berfireh a tê zanîn, di sala 906'an de dest pê kir.

Fermana herî mezin a dawî jî di sala 2014'an de li Êzidiyan rabû.

Ev baweriya qedîm a Mezopotamyayê di 3'ê Tebaxa 2014'an de bû hedefa çeteyên DAÎŞ'ê.

Êrişên qirkirinê yên li dijî Êzidiyan di herikîna dîrokê de bi rêk û pêk hatin kirin.

Piraniya van êrişan ji aliyê Osmaniyan ve hatin kirin. Beşek jî ji aliyê feodalên Kurd ve hatin kirin.

Çend ji fermanên li Êzidiyan rabûn wiha ne:

* Di sala 906'an de Waliyê Mûsilê Hamadanî, ji ber ku Îslamiyet qebûl nekirin komkujî kir.

*Sala 1246'an komkujiya li Laleşê, ku ji aliyê begê Zengî yê Mûsilê Bedreddîn Lûlû ve hate kirin.

*Sedsala 16'an, bi fetwa Şêxulîslamê Osmanî Ebû Siûd Efendî û bi fermana Qanûnî Sûltan Sulyeman, li Şêxanê komkujî li Êzidiyan hate kirin.

*Sala 1638'an, Waliyê Amedê Melek Ahmed Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1650'î, bi fermana Mûrad ê 4. Waliyê Wanê Şemsî Paşa li Mûsilê komkujî li Êzidiyan da kirin.

*Sala 1715'an Waliyê Bexdayê Hasan Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1733'an Waliyê Bexdayê Ahmed Paşa li Şêxanê Êzidî da kuştin.

*Sala 1752'an Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Salên 1732-33'an Nadîr Şah di navbera Surdaş û Kerkûkê de komkujî li Êzidiyan da kirin.

*Sala 1733'an komkujiyên ku Celîliyan li Êzidiyên li qiraxa çemê Zapê kir.

*Sala 1735'an bi fermana Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Mahabad, Saldûz û Meraxiyê hate kirin.

*Sala 1742'an, Alî Takî Han ê ser bi Nadîr Şah, komkujî li Êzidiyên li Saldûzê da kirin.

*Sala 1743'an Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li Kerkûk, Hewlêr û Altûnkopru da kirin.

*Sala 1743'an Nadîr Şah komkujî li Êzidiyên li qiraxa Zapê da kirin.

*Sala 1787'an Celîliyan komkujî li Êzidiyên Denanî yên li Şêxanê da kirin.

*Sala 1798'an Alîkarê Waliyê Bexdayê Abdulazîz bîn Abdullah Beg li Şêxanê komkujî da kirin.

*Navbera aslên 1753-1800'î bi fermana paşayên Osmanî dizî, xerac, kolekirin û komkujî hatin kirin. (6 êrîşên mezin ên li Şengal, Şêxan û Mûsilê)

*Sala 1809'an komkujiya ku Waliyê Bexdayê Suleyman Paşa li Şengalê da kirin.

* Sala 1824'an komkujiya ku Waliyê Bexdayê Alî Paşa li Şengalê li Êzidiyan da kirin.

*Salên navbera 1832-1834'an komkujiyên ji aliyê Bege Soran Mûhammed Paşa (Mîrê Gewre) ve hatin kirin.

*Sala 1835'an Waliyê Mûsilê Mûhammed înce Bayraktar li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1836'an Reşîd Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1837'an Hafiz Paşa li Şengalê komkujî da kirin.

*Sala 1844'an komkujiya li Êzidiyên li Botanê hate kirin.

*Sala 1892'an di encama polîtîkaya Abdulhamît ê 2. de ku bi zorê hewl dida Êzidiyan bike Misilman, komkujî hatin kirin.

Qirkirineke din a ku di dema nêz de li Kurdên Êzidî hate kirin, di sala 2007'an de bû.

14'ê Tebaxa 2007'an bi 4 wesayitên bombebarkirî êrîş li gundên siba şêx Xidir û Til Izêr ên Şengalê hatin kirin. Di encamê de 300 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 

Li ser vê komkujiyê ti lêpirsîn nehate kirin. Hat ragihandin, ku komkujî ji aliyê rêxistineke çete yha bi navê Ensar El Sune ya ser bi El Qaîdeyê ve hatiye kirin, ku wê demê hewl dida reh berde nava Başûrê Kurdistanê.

Lê belê gelek agahî derketin holê, ku li gorî van agahiyan çeteyê Eniya Tikrmen a Iraqê (ITC) jî di nava êrîşê de cih girtiye, ku ITC ji aliyê îstîxbarata Tirk ve li Başûrê Kurdistanê hatiye avakirin.

Fermana dawî ya herî mezin di 3'ê Tebaxa 2014'an de li Êzidiyan rabû.

Kurdên Êzidî bi giranî li navçeya Şêxan a Duhokê, navçeya Şengal a Mûsilê û gundên van navçeyan dijîn. Sala 1975'an ji aliyê rejîma Baasê ve neçarî îskanê hatin hiştin.

Êzidî ji ber fermana her tim xwe li çiyayê Şengalê girtin. Êzidî sala 1975'an bi zorê ji gundên çiyê hatin daxistin û li gundên Xanesor, Til Izêr, Sinûnê, Siba Şêx Xidir, Koço û Dugurê, li 15 gundên quntara çiyê hatin bicihkirin.

PDK ku piştî sala 2003'an bû serdestê Şengalê, hemû kevneşopiyên civakî parast û ji sîstema şêxîtiyê ku bi rêya wê Êzidî ji bo berjewendiyên xwe diparast, heta dawiyê sûd wergirt.

PDK'ê baweriya Êzidiyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî û piştgirî da vê sîstema şêxîtiyê. Bi vî rengî xist bin kontrola xwe.

10'ê Hezîrana 2014'an dema çeteyên DAIŞ'ê Mûsil dagir kirin, ji hemû navçeyên Mûsilê wêdetir, xeterî herî zêde li ser Şengalê zêde bû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zûdeyî ji bo Şengalê hişyarî da bû.

Lê belê PDK a bi serkêşiya malbata Barzanî ku Şengal xistibû bi zext û bandora xwe, destûr nedida ku ti hêzeke Kurd xwe nêzî Şengalê bike.

Piştî ku xeterî zêde bû, rêveberiya PKK'ê bi PDK'ê re têkilî danî û li ser cidiyeta rewşê hişyarî da. Jê re ragihand ku ew dikare hêzeke xwe bişîne herêmê. Lê belê rêveberiya PDK'ê ev banga PKK'ê bê bersiv hişt.

Şeva 2-3'ê Tebaxê de dema ku DAÎŞ'ê dest bi êrişa li ser Şengalê kir, nêzî 17 hezar hêzên PDK'ê yên li bajêr bêyî fîşekê biteqînin vekişiyan.

PDK'ê ya ku bêyî agahiyê bide gel xwe vekişand, rê lib er komkujiyeke mezin vekir. Piştî ku xiyanet jî li fermanê zêde bû, hingî komkujî veguherî qirkirinê.

Li Sîba Şêx Xidir, Gir Zerik, Til Benat, Til Qeseb û Koçoyê bi hezaran mirov hatin kuştin, bi hezaran dîl hatin girtin û revandin. Gel neçar ma ku berê xwe bide çiyayê Şengalê.

Mirovên ku berê xwe dan çiyê li vê derê hêviyek dîtin. Rêveberiya PKK'ê beriya êrişê 12 gerîla bi rengekî veşartî şandibû Şengalê. 3 ji wan gerîlayan ji aliyê PDK'ê ve hatibûn girtin, 9 gerîla mabûn.

Ew yekîneya gerîla bi sê beşan dabeş bû û du rêyên ber bi çiyayê Şengalê ve kontrol kir. Nehişt ku DAÎŞ xwe bigihîne çiyê û komkujiyeke mezintir bike.

Ew gerîlayên ku Êzidî ji bo wan dibêjin "12 siwariyên Derwêşê Evdî" li çiyê hêza milîs bi rêxistin kirin. Hêzên YPG û YPJ'ê jî ji Rojava ber bi çiyayê Şengalê ve korîdorek vekirin.

Ji wê 'korîdora mirovahiyê' ya ji Til Koçer-Rebîa-Cezaa ber bi Şengalê ve bi sed hezaran Êzidî gihîştin Rojava.

Di pêvajoya piştî wê de li Şengalê ji aliyekî ve têkoşîna li dijî çeteyan hate meşandin, li aliyê din jî hewldanên PDK'ê yên ji bo derengxistina rizgarkirina Şengalê di rojevê de bû.

Di 29'ê Cotmeha 2015'an de YBŞ, YJŞ û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) daxuyaniyeke hevpar dan û ragihandin ku wan fermandariyeke hevpar bi navê "Fermandariya Êzidxanê ya ji bo rizgariya Şengalê" ava kirine.

Li aliyê Rojava yê sînor jî hêzên YPG û YPJ'ê Hol û Xatûniye azad kirin û bi vî rengî tevkariyeke mezin li operasyonên azadkirina Şengalê kirin.

Li aliyê Şengalê yê sînor jî gerîlayên HPG û YJA Starê heta bi Çiyayê Kolikê û Geliyê Şîlo ve çûn û gelek gundên Êzidiyan rizgar kirin.

Fermandariya hevpar di 12'ê Mijdara 2015'an de mizgîniya destpêkirina "Operasyona azadkirina Şengalê" da Kurdên Êzidî û tevahiya Kurdistanê.

Piştî ku operasyonê dest pê kir, PDK'ê ji bo "hurmeta li xwe" ya ku 3'ê Tebaxê li Şengalê binpê kir ji nû ve rizgar bike, li rojhilatê bajêr kete nava liv û tevgerê.

Êzidiyên li Çiyayê Şengalê jî di bin sîwana "xweparastinê" de rahiştin çekê û cihê xwe di operasyonê de girtin. Di roja duyemîn a operasyonê de hêzên YBŞ-YJŞ û gerîlayên HPG û YJA Starê navenda bajêr ji çeteyan paqij kirin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê gotin, "Em Şengal a azad diyarî gelê xwe dikin."

Bersiva herî mezin a li ferman û xiyanetê, rêxistinbûna li Şengalê bû. Ji bo vê jî Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinê yên Şengal (YJŞ) di Îlona 2014'an de ava bûn.

Di 14'ê Çileya 2015'an de Meclîsa Damezrîner a Şengalê û di 30'ê Gulana 2017'an de jî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hatin ragihandin.

Jinên Êzidî ku êşa herî giran ji fermanê dîtin, di bin sîwana Meclîsa Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) de xwe bi rêxistin kirin. Di sala 2016'an de jî Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) ava bû.

Şengal hate rizgarkirin û sazîbûneke xurt lê çêbû. Lê belê êşên li Şengalê hîn bi dawî nebûne. Niha jî ji bo valakirina Şengalê, PDK û hin saziyên navneteweyî di nava hewldanên taybet de ne.

Li gel êriş, qirkirin û xiyaneta li wan hatiye kirin, Êzidî hîn jî di bin zext û zordariya PDK'ê û dewleta Tirk de ne.

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku 17'ê Cotmeha 2017'an hatin weşandin, di êrişên 3'ê Tebaxê nêzî 5 hezar mêr ên Êzidî hatin kuştin, serê 100 mêr ên Êzidî hate jêkirin, derdora 7 hezar jin ên Êzidî hatinr evandin, li bazarên koleyan hatin firotin û destavêtin li hezaran jin ên Êzidî hate kirin. Aqûbeta gelek Êzidiyan hîn jî nediyar e.