Bîlançoya şerê 24 saetên dawîn ê li Efrînê: 7 leşker hatin kuştin

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku li navçeya Racoyê ya Efrînê 7 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bîlançoya şerê 24 saetên dawîn ên li Efrînê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li Racoyê 7 leşkerên Tirk hatine kuştin û hêzên dagirker topan diavêjin gundê Basûtê. Hate diyarkirin ku li gund şehîd û birîndar hene.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

NAVENDA EFRÎNÊ

Dema ku şandeyên gel ji bajarê Helebê gihîştin bajarê Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê navenda bajarê Efrînê bi çekên giran topbaran kirin û piraniya topan li taxên Turnidê û Eşrefiyê ketin.

RACO

Artêşa Tirk a dagirker a çeteyên girêdayî wê duh saet di 15:00’an de navenda Reco bi topan kirin hedef û topbarana dagirkeran heta saetên derengiya şevê dom kir.

Li gundê Bilêlka û derdora wê şevê din di navbera şervanên me û dagirkeran de şer çêbû. Di encama vî şerî de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. Piştre şer berfirehtir bûn û derbasî gundê Hecîka jî bû. Dagirkeran di heman demê de qada şer topbaran dikir. Topbaran heta saetên derengiya şevê dom kir.

ŞERA

Şevê din saet di 19:00’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Elkê kirin hedef û topbarana dagirkeran heta saetên derengiya şevê dom kir.

Ji şevê din heta dema amadekirina vê raporê tevgera balefirên dagirkeran li aliyê gundê Dêrsiwanê heta Keleha Nebî Horî û li ser gund û bendava Meydankê berdewam bû. Di heman demê de li aliyê Keleha Nebî Horî di navbera şervanên me û dagirkeran de şer çêbû û şer hê jî didome.

CINDIRÊSÊ

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê gundên nêzî sînor ên navçeya Cindirêsê bi çekên giran kirin hedef û tevgera balefiran jî bê navber berdewam bû. Di heman demê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şer çêbû û heta dema amadekirina vê raporê li heman deverê şer didomiya.

MABETA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bi çekên giran navenda navçeya Mabeta û gundên derdorê kirin hedef.

ŞÊRAWA

Navenda navçeya Şêrewa Basûtê û gundên derdorê bû armanca hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê. Di encamê de piraniya wan jin û zarok bin, şehîd û birîndar hene.”