Bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk, di rojeva Meclîsa Elmanya de ye

Partiya Çep, bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bire rojeva Meclîsa Elman a Federal.

Dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê yên bi mehane li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê didomîne, serî li bikaranîna çekên kîmyewî dide.Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hinek gerîlayên wan bi van çekên di qada navneteweyî  de qedexe ne şehîd bûne.

Partiya Çep a yek ji partiyên muxalefet a Elmanyayê ye, daxuyanî û agahiyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk ve bire rojeva Meclîsa Federal. Pêşnûmepirsa bi pêşnegtiya Parlementerê Partiya Çep Gokay Akbûlût hate amadekirin ev pirs hate kirin: “Hikûmeta Federal a Elmanaya, ji bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk a di tevgera bi navê ‘Operasyona Peçê Teyr û Pençê Brûskê’ de  li dijî hêzên PKK’ê bikaranîn, agahî hene an na?’

AKBÛLÛT: DIVÊ ELMANYA DAWÎ LI BÊDENGIYÊ BÎNE

Di pêşnûmepirsa ku agahî û nûçeyên li ser medya Kurdî hatine parvekirin weke çavkanî hatiye nîşandan, tê payîn ku hikûmeta Federal hefteya pêşiya me bersiv bide.

Akbûlût ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di dîmenên hatine parvekirin de diyar dibe ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar tîne, daxwaz kir ku pispor lêkolînê bikin.

Akbûlût bal kişand ser helwestên Elmanya û got: “Divê Elmanya dawî li bêdengiya xwe ya li ser vê mijarê bîne. Ji ber yek ji welatên ku di vê mijarê de bi Tirkiyeyê re di warê siyasî, leşkerî û dîplomasî de xwedî peywendiyên xurt in, tê. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Elmanya (OPCW) dikare bikeve tevgerê.”