'Bi yekîtiyê em dikarin xwe ji êrişan biparêzin, rizgar bibin'

Siltan Hemo yê PYD'yî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker da yên li ser stasyona elektrîkê û xeta avê yên Til Temirê û got, "Bi yekîtiyê em dikarin xwe ji êrişan biparêzin."

Siltan Hemo ku salên dûr û dirêj li qada civakî kar kir û niha di nava karê PYD'ê de ye, nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava da. Siltan Hemo diyar kir ku wî sala 1982'an têkoşîn nas kir û got, "Beriya ku partiyê nas bikim me zanîbûn ku em Kurd in, lê belê ji aliyê Kurdîtî û welatparêziyê ve em zêde zane nebûn. Me hêdî hêdî PKK, têkoşîn nas kir. Li ser bingeha felsefeya Rêbertî û şehîdan karê gel dikir. 15'ê Tebaxa 1990'î li akademiya Mahsûm Korkmaz min bêhtir îmkan dît ku Rêbertî nas bikim.

Li akademiyê dema ku destpêkê çav li Rêbetî ketim min bawer nekir. Gelekî kelecanî bûm. Rêbertî li ser 15'ê Tebaxê nirxandin dikir. Şer nedixwest, digot, 'Em vê yekê li ser bingeha parastina ji êrişan dibînin'. Ev partî b keda şehîdan ava bû. Rêbertî di nirxandinên xwe de digot, şehîd beriya wî ne û digot 'Xwe bi min ve girê nedin, xwe bi şehîdan ve girê bidin'. Rêbertî hêz da me, hezkirina têkoşînê da me. Jiyana Rêbertî timî kar û xwendin bû. Ji me jî dixwest ku me bixwînin û xwe bi pêş bixînin."

ŞOREŞ ROJ BI ROJ MEZINTIR DIBE

Siltan Hemo destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derfetê têkoşînê dide gelan hemûyan û got, "Nirxandinên Rêbertî îro pêk tên. Nêzîkbûna gelê Ereb a li têkoşînê jî nîşan dide ku tevgera azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê têdikoşe. Di ol de jî mîna Rêbertî qala biratiya gelan tê kirin. Rizgariya me bi biratiyê dibe. Em niha li Til Temirê Kurd, Ereb, Asûrî û gelên herêmê hemû bi hev re dijîn û têdikoşin.

Rêbertî digot, 'Eger hûn nikaribin şer bikin qet nebe li nava gel keda şehîdan bînin ziman, qala têkoşînê bikin û derdora xwe bi rêxistin bikin. Tiştek ji destê we neyê jî ji bo azadiya mirovên bindest dua bikin'. Dixwest ku her kesên li nava civakê tevlî vê têkoşînê bibe û çi ji dest hat bike. Îro jî tê dîtin ku li nava gelê herêmê yekbûyîn û rêxistinbûyîn roj bi roj mezin dibe. Em daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin. Gelê herêmê her roj xwedî li vê kedê, vê partiyê û şehîdan derdikevin û bêhtir tevlî dibin. Li dijî êrişên dijin rizgariya me di nava vê têkoşînê de ye. Şoreş roj bi roj mezin dibe."