Bi wêneyekî ji 58 metreyî qala trajediya koçberiyê kirin

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ku 58 rojan dewam kir, berxwedana gel û koça ji ber dagirkeriyê ji aliyê 13 wênexêzan ve li ser tabloyek ji 58 metreyî hatin xêzkirin.

Xelkê Efrînê ku 58 rojan li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têkoşiya, di dema vê berxwedanê de êşên giran kişand. Bi pêşengiya Komîteya Karên Civakî, wêneyekî ji 58 metreyî hate çêkirin û tê de qala zor û zehmetiyên Efrîniyan hate kirin ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk neçar man cih û warê xwe biterikînin.

Wêne qala 4 qonaxan dike. Qonaxa destpêkê dema beriya dagirkeriyê ye, ku hingî her kes li Efrînê di nava aştî û aramiyê de bûn.

Qonaxa duyemîn destpêkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gel a 58 rojan vedibêje.

Qonaxa sêyemîn berxwedana xelkê Efrînê ya li Şehbayê.

Qonaxa çaremîn jî vegera li Efrînê ye.

Endama Komîteya Karên Civakî Hêvîn Şemiya li ser projeyê ji ANF'ê re axivî.

Şemaya diyar kir ku ji bo qala koç û dagirkeriya 5 salan bikin wan bi navê 'Çîroka welatê Zeytûnan' projeyek çêkirin û got, "Me xwest bi rêya vê projeyê berxwedan û êşa gelê me, her wiha hovîtiya dewleta Tirk nîşanî cîhanê bidin. Wêneyê hatiye çêkirin rastiya Efrînê radixe pêş çavan. Ev tablo ji aliyê 13 wênesazan ve hatiye çêkirin ku yek ji wan jî zarokekî 8 salî ye. Ji me re got, 'Min zarokên ku li komkujiya Til Rifetê jiyana xwe ji dest dan ji xwe re kir esas. Yek ji wan kurê xaltîka min bû'. Xelkê Efrînê beriya dagirkeriyê di nava aştî û aramiyê ede bû. Mîna her gelî bi çand, ziman û nasnameya xwe dixwaze bijî. Lewma jî divê êdî dawî li dagirkeriya dewleta Tirk bê anîn. Ji bo xelkê Efrînê li xaka xwe vegere divê her kes li ber vê dagirkeriyê rabe."