Bi serdana goristanên şehîdan gelê Efrînê cejn pîroz kir

Gelê Efrîn û Şehbayê bi serdana Goristana Şehîdên Berxwedan a Serdemê ya navçeya Ehresê cejna Remazanê pîroz kirin.

Ji bo Efrîniyan bûye mîna çandekê ku roja destpêkê ya cejnê serdana goristanan bike. Îro roja yekemîn a cejna Remazanê ye lê hesta vê cejnê li gorî gelê Efrînê cuda ye. Ji ber ku ji cih û warên xwe dûr in. Lê dîsa jî gel hêviya xwe ji bo rizgarkirina Efrînê qut nekirî ye. Her wiha li ser zimanê her kesî bû ku ew xwîna şehîdên Berxwedana Serdemê li erdê nahêlin.

Gel danê sibehê berê xwe da goristana şehîdan a ku li navçeya Ehresê ya Şehbayê ye. Di wê demê de jî dayîkên şehîdan dest bi çandina kulîlk û avdana wan kulîkan kirin.

Meclîsa Malbata Şehîdan daxuyanî ji bo bo cejna Remazanê da û got xwîna şehîdên wan li erdê namîne û teqez kirin wê tola xirakirina goristanên wan li Efrînê rakin.