Bi sedan kesî serdana malbata Tirbespiyê û Osê kirin

Bi sedan kes û endamên saziyên civaka sivîl li Tirbespiyê serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîd Hêvîdar Tirbespiyê û Feysel Osê hatibû danîn kirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê, endamên saziyên civaka sivîl berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Ala Xelef (Hêvîdar Tirbespiyê) û Feysel Osê û sersaxî ji malbata wan re xwestin.

Ala Xelef (Hêvîdar Tirbespiyê) di encama topbarana dewleta Tirk bi çekên kîmyewî li ser Başûrê Kurdistanê şehîd bû. Feysel Osê jî di encama têkoşîna xebatê siyasî de li Başûr di 10`ê Cotmehê de şehîd bû.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Hêvîdar hatiye dayîn. Di bin kon de wêneyên şehîdan, ala Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine daleqandin.

Merasîma sersaxiyê bi bîranîna cangoriyên azadiyê destpê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ibêd sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest û wiha axivî: "Dewleta Tirk ji sedê salan ve Kurdan dike hedef û îro jî hevkariya bi PDK`ê re da ku proje û armancên dagirkeriyê li Kurdistanê, pêk bînin."

Her wiha hevserokê PYD`ê ya navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo jî bal kişand ser berxwedana gerîla li hember êrişên dewleta Tirk û piştrast kir ku gerîla hêza parastina Kurdistanê û gelê Rojhilata Navîn e.

Piştre Hevserokê Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Hikmet Hebîb jî diyar kir ku projeya neteweya demokratîk projeyeke neteweyî ye, armanca wê ne parçekirina pêkhateyane, lê belê armanca wê ya sereke rizgarkirin û yekitiya gel û pêkhateyane.

Her wiha dayika şehîd Hêvîdar Tirbespiyê, Xurme Elî jî piştrast kir ku keça wê şehîda Kurdistanê ye, ji bo rizgarkirina xaka xwe ji dijmin şehîd bû û ev tişt anî ziman: "Keça min li ser destê artêşa Tirk û hêzên PDK`ê şehîd bû. Ez soz didim ku em ê heta rizgarkirina tevahî Kurdistanê şopdaarên rêya şehîdan bin."

Li konê sersaxiyê, nasnameya şehîdan hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin.