Bi Peymana Civakî re her beş bi qanûnî ewle bûye

Endama Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Bişar Qasim anî ziman ku Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rengê 7 kantonan bi rêxistin kiriye û bi Peymana Civakî re jî her beş bi qanûnî ewle bûye.

Peymana Civakî ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, xwe dispêre civaka ekolojîk-demokratîk, civaka azad a jinê, aborî-komunal, rêveberiya xweser, edaleta civakî û konfederasyona demokratîk.

Endama Meclîsa Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Bişar Qasim ku di nava komîsyonên amadekar ên Peymana Civakî de cih digire, ji ANF'ê re axivî. Stêr Bişar Qasim, da xuyakirin ku li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê netew, ol û mezhebên cuda ji xwe li ser esasê wekheviya gelan dijîn, mafên wan bi qanûnî ewle bûye û got ku ji ber her tim pêşketinên nû pêk tên, peymana civakî mecbûriye. Stêr Bişar Qasim, diyar kir ku divê Meclîsa Jinê di nava Peymana Civakî de bi awayekî aktîf cih bigire û got ku hewce dike ku komîteyên aborî, tenduristî, perwerdehî hîn bêhtir hilberdar û erk hildin. Bişar Qasim got, “Li gorî tecrûbeya şoreşeke zêdeyî 11 salan pêwîstî bi guhertin û veguherînê hebû."

JI BO HEMÛ CUDAHIYAN TEMÎNETA QANÛNÎ

Stêr Bişar Qasim, hebûna neteweyên wekî Kurd, Ereb, Ermenî, Sûryanî, Çerkez, Çeçen û olên mîna Misilman, Xiristiyan, Cihû û Êzidî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bibîr xist û got, “Ji ber vê yekê hewce bû ku netewe û olên cuda hem mafên xwe bi ewle bikin û hem jî jiyaneke hevpar ava bikin. Ev Peyman ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya neteweya demokratîk de hatiye pejirandin. Nûnerên sazî û rêxistinan, ol û mezheban hemû bi hilbijartina civakê hatin diyarkirin. Nayê qebûlkirin ku tenê neteweyek bikeve rêveberiyê û neteweyên din jî di pozîsyona hindikahiyan de bimînin. Bi Peymana Civakî re mafên netewe, ol û mezhebên cuda hatin ewlekirin."

JI TENDURISTÎ HETA ABORIYÊ PERGALEK NÛ

Stêr Bişar Qasim, da zanîn ku di prensîb û rêgezan de ti guhertin çênebûye û got ku pergaleke nû ji komunê heta meclîsê, ji aboriyê heta darayî, ji tenduristiyê heta perwerdehiyê pêdiviyên hemû herêmê pêk bîne hat pêşbînkirin.

XWE BI RENGÊ 7 KANTONAN BI RÊXISTIN KIR

Stêr Bişar Qasim, ragihand ku tenê navê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hatiye guhertin û xwe weke 7 kantonan bi rêxsitin kiriye û wiha domand, “Pergal veguherî 7 Kantonan, ango kantona Cizîrê, Firatê, Reqa, Tebqa, Dêra Zorê, Minbic û Efrîn-Şehbayê. Hemû madeyên Peymana Civakî girîng in, lê perwerde û tenduristî bi serê xwe weke mijarên sereke hatin destgirtin. Ji bo avakirina jiyaneke rêxistinkirî ya li ser bingeha demokrasiya rasterast bêyî gel ti gav nayên avêtin. Ji bo avakirina pergala civakeke hişmend û bi tendurist û perwerdehiya rêxistinkirî nîqaş hatin meşandin.” 

ARMANC KOMARA DEMOKRATÎK E

Stêr Bişar Qasim, anî ziman ku ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk ew têdikoşin û got, “Modelek ku hemû rengan di nava xwe de dihewîne, meclîsa gel esas digire û ji pergala eznavendparêzî dûre tê avakirin. Encamên pergala navendî ya Sûriyeyê li ber çave. Mafên netewe, ol û mezhebên cuda dihatin binpêkirin. Ji ber vê yekê me hem di nîqaşên xwe de hem jî di hevpeymanan de hedefa xwe weke Komara Demokratîk a Sûriyeyê bi nav kir. Her wiha eger li ser destûreke demokratîk li Sûriyeyê li hev kirin çêbibe, hingî di peymanê de jî dê guhertin pêk bê. Demokrasî pergaleke ku balê dikişîne ser jiyana komunal a li ser bingeha wekhevî û edaletê ku bi biryara gel tê birêvebirin û jiyana hevpar dixe navenda jiyanê."