Bi merasîmeke heybet cenazeyê Delîla Qamişlo hate veşartin

Bi tevlîbûna hezaran welatiyên Qamoşlo cenazeyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Delîla Qamişlo ya di encama qezaya trafîkê de şehîd bibû, bi marasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan veşartin.

Bi merasîmeke heybet cenazeyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) Delîla Qamişlo ya ku 20’ê Adarê di encam qezaya trafîkê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Delîla Saroxan hate veşartin.

Di merasîmê de li gel welatiyan endamên Meclîsa Kantona Qamişlo û bi sedan ciwan amade bûn. Dema darbesta şehîd Delîla gihişte goristanê ciwanan bi yek dengî dirûşma “Şehîd Namire” qîr kirin..

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Kêfo Osman axivî, sersaxî ji malbatên şehîd re xwest û wiha got: ʺWeke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye ʹŞehîd Rêberên têkoşîna me neʹ. Em soz didin ku em ê bi hemû rêbazan rêya şehîdan bişopînin û li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daxwazên Şehîdan bi cih bînin.ʺ

Piştre li ser navê Rêveberiya Kongreya Star Edalet Omer jî axiv û ev tişt got: “Em di serî de di şexsê jina ciwan û tekoşer de, tevahî şehîdên tevgera azadiyê bi bîr tînin. Di dîroka gelê Kurd de em her tim rastî êrîş û komkujiyan hatine, birînên me kûr in û bi van şehadetan erka li ser milê me jinên Kurd hîn girantir bûye. Em ê meşaleya ku Arînan, Avestayan, Barînan û Delîla yan dewrî me kiriye bi serbilindî bigihînin serkeftînê.”

Li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Hemrîn Qamişlo sersaxî ji tevahî gelê Kurd re xwest û wiha got: “Şehîd Delîla bi temenek biçûk, lê bi dilekî mezin bi ked û xebata xwe, xwe îsbat kiribû ku dixwaze di rêya Avesta Arîn û Barînan de bimeşe. Ji ber ku Efrîn xwedî maf e û li hemberî dagirkeran li ber xwe dide, em di wê baweriyê de ne ku serkeftin wê para Efrînê be û em ê serkeftinek mezin ji bo tevahî şehîdan bikin diyarî.”

Bi navê malbata şehîd bavê şehîd Delîla, Dildar Aşitî jî ev tişt got: “Berxwedan ev kombûna weya li vire. Delîla min digot ʹYabo ez dixwazim ku mirinek min hebe bila bi şehadet beʹ. Delîlaya min Lîlava min giha armanca xwe û bi berxwedana xwe bi keda xwe bihara berxwedanê anî. Eger ku em bikaribin li hemberî dagirkerên vê demê berxwedanek mezin bidin meşandin, pêwiste em yek dest bin. Bê guman wê Berxwedana Serdemê bi ser bikeve û wê felsefeya hebûnê ku ji darên zeytûnê şîr vexwarinê wê tolhildana gelê Eftînê hilde.”

bavê şehîd Delîla di dawiya axaftinan xwe de wiha got: ʺBavo ez pir ji helbesta te ya ku Berxwedanê pênase dike hez dikim.”. Bavê şehîd ew helbest ji keça xwe re got.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” hate veşartin.