Bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê, Koçerata, navçeya Girkê Legê û herêma Beravê cenazeyên şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih El-Mihemed, Mezin El-Abdullah û Eymen El-Zîyab di vemirandina şewata li zeviyên çandiniyê de û şervana YPJ‘ê Hêvda Bîrosî di encama nexweşiyê şehîd bûbû, ji nexweşxaneya şehîd Hogir a li bajarê Dêrikê girtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.
Li goristanê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG, YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarî ve destpê kir. Piştre jî Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û got: "Me teror têk bir, em ê di şerê agiran de jî biser bikevein. Ev yek wê bi hêza gelê me ku çavên xwe ji bo parastina destkeftiyan vekirîne, pêk tê."
Berakat wiha dewam kir: "Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa berxwedanê ye û heta serketinê gavekê jê paş ve navêjin.”
Endamê rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Botan jî axivî û keda gel û hêzên leşkerî di vemirandina agirê de silav kir û got: "Ev binpêkirin û kiryar, nikare hêza gel û hêzên me ku şerê herî mezin ê terora kirin, naşkîne."
Botan, destînşan kir ku felsefeya netewa demokratîk gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir yek, bang li gelê herêmê kir ku vê hevgirtinê xurt bikin. Botan ev got: "Çawa em di şerê leşkerê de bi serketin, em ê li hemberî kesên ku şerê simbilên dexlûdanên me dikin jî bi serkevin."
Piştî axaftinan nasnameya şehîdan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Meclîsa Malbatên Şehîdan nasnameya şervana YPJ‘ê Aryana Botan ku li Çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû, eşkere kirin.
Malbatên Şehîdan teqez kirin ku ew ê li ser rêya şehîdên xwe bin û têkoşîna xwe mezin bikin.
Bi dirûşman cenazeyê şehîdan spartin axê.