Nûçeya Lezgîn: Li Metînayê 15 dagirker hatin cezakirin

Bi merasîmekê cenazeyê şehîd Ednan û Heyder hatin veşartin

Cenazeyê şervanên YPG’ê Ednan Nebo û Heyder Elo bi tevlîbûna bi hezaran kesî ve li Kobanê bi merasîmeke heybet ve li Goristana Şehîd Dicle hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyên Kobanê û gundewarên wê ji bo merasîma cenazeyê şervanê YPG‘ê Ednan Nebo (Ednan Kobanê) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Heyder Elo (Heyder Kobanê) ku dema bi erka xwe radibû şehîd bibûn, li gel berzikirina dirûşmeyên "Şehîd Namirin" ber bi Goristana Şehîd Dicle ve bi rê ketin.

Li goristanê ji bo bîranîna bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Berdevkê YPG‘ê Nûrî Mehmûd axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Em ê heta dawî li ser rêya şehîdan bin û armancên wan pêk bînin.”

Li ser navê Meclîsa Malbata Şehîdan Silêman Silêman û malbata şehîd Ednan û Heyder axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hemû cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn û soza şopandina rêya wan hate dayîn.

Di dewama merasîmê de nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Dîsa di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervanê Erka Xweparastinê Mamed Kobanê ragihand.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşman û tilîliyên dayikan ve hatin veşartin.