Bi însiyatîfeke gelêrî Kantona Efrîn û Şehbayê ji tarîtiyê derdikeve

Hevseroka Meclisa navçeya Til Rifat Reca El-Xetîb wiha got: “Însiyatîfa gel hişt ku dilê her kesî şa bike, insiyatîfa ku li Şehbayê pêk hat ji her kesî re îspat kir ku gelê Efrînê û gelê Şehba serî li ber polîtîkayan neda û îradeya wan nehat şikandin.”

Herêma Şehba ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dorpêçkirin, ji aliyê başûr û rojhilat ve jî hikûmeta Şamê ye ku tekane rêya ku herêma Şehba ji Helebê vediqetîne û ji aliyê komên çete ve tê kontrolkirin.


Hêzên hikûmeta Şamê bi rêya Firqeya çaran rêya di navbera gundê Ehdasê û bajarê Helebê de ku 10 km dûrî Helebê ye, kontrol dikin. Hêzên hikûmeta Şamê rê nadin ku made derbasî herêmên Şehba bibin, heger destûr bidin jî wê bacên pir mezin ferz bikin.
Herî dawî hikûmeta Şamê dorpêça xwe ya li ser navçeyê tundtir kir, ev zêdetirî 23 rojan e ku taxa Şehba di tariyê de ye, di vê çarçoveyê de Hevseroka Meclisa navçeya Til Rifat Reca El-Xetîb ji ANF’ê re axivî û got: “Navçeya Til Rifat herêma ku herî zêde rastî êrîş û bombebaranan tê. Gefên li ser herêma Şehba û êrîşên ku diqewimin ne taybet in, belê nexweşxane, dibistan û sivîlan dike armanc.” 
Reja di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tevî hemû binpêkirinên ku li dijî gel tên kirin, parêzgeha Şehba jî li ber çavê hemû cîhanê bûye şahidê kiryareke nemirovane û nexlaqî. Ev herêm bi salan e di bin dorpêçê de ye, lê di van demên dawî de her ku diçe tundtir dibe. Her kes dizane ku armanceke vê dorpêçê heye, ew jî lawazkirina gel û şikandina berxwedana wan e, lê em berovajî vê yekê dibînin, hemû pêkanînên ku li dijî gel pêk tên, hêza wan zêde dike û berxwedan bi pêş ve diçe." 

Hevseroka navçeya Til Rifat Reca El-Xetîb di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Tevî hemû polîtîkayên li navçeya Şehbayê ji bo qelskirina rêveberiya herêmê û şikandina îradeya gel pêk tên,  însiyatîfa gel dilê her kesî şa kir. Însiyatîfa ku li Şehbayê pêk hat ji her kesî re îspat kir ku gelê Efrînê û gelê Şehba serî li ber polîtîkayan neda û îradeya wan nehat şikandin."