Bi hezaran xelkê Kobanê 3 şehîdên xwe oxir kirin

Li bajarê Kobanê ji bo 3 şervanên ku di êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Hesekê û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker a li ser Dêrikê de şehîd bibûn, li bajarê Kobanê merasîmek bi beşdariya hezaran hate lidarxistin.

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle ya Kobanê kom bûn û tev li merasîma oxirkirina şehîd Azad Xelîl (Azad Kobanê), şehîd Mihemed Ismaîl (Şiyar Kobanê) û şehîd Osman El-Xelîl (Osman Kobanê) bûn.

Şehîd Azad Xelîl û Osman El-Xelîl di berxwedana li hember êrişa şaneyên DAÎŞ’ê ya li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê de şehîd bûbûn û şehîd Mihemed Îsmaîl di topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser stasyona kehrebeyê ya li gundê Teqel Beqel ê navçeya Dêrikê de şehîd bûbû.

Li goristanê ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mehmûd Kobanê axivî û sersaxî da malbatên şehîdan. Mehmûd Kobanê destnîşan kir ku plana DAÎŞ’ê ji kontrolkirina girtîgeha Sînaayê mezintir bû û armanca wan vejandina DAÎŞ’ê li herêmê bû.

Mehmûd Kobanê diyar kir ku divê gelê herêmê li hember komployan baldar û hevgirtî be da ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Sultana Ehmed jî axivî û pêwîstiya pêkanîna yekitiyê li hember êrişan destnîşan kir.

Birayê şehîd Mihemed Îsmaîl, Bozan Îsmaîl jî îşaret bi komployên li dijî herêmê û pêwîstiya berxwedana li hember wan komployan kir.

Paşê wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin û girseya gel cenazeyên şehîdan veşartin.