Bi hezaran xelkê Herêma Firatê derketin qadan

Bii hezaran xelkê Herêma Firatê ji bo salvegera şoreşa jin a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadî re ber bi şoreşa jinê” daketin qadan.

Salek li ser qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û destpêkirina serhildana Jin, Jiyan, Azadî derbas bû.

Bi hezaran xelkê Herêma Firatê, ji bo salvegera qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê Polîsên Exlaqê ve û silavkirina serhildana Jin, Jiyan, azadî, daketin qadan. Meş ji qada Şehîd Egîd dest pê kir û heta qada jina azad berdewam kir.

Li vir piştî deqeyekê rêzgirtinê, Rêveberiya Desteya Jin a Herêma Firatê Jiyan Derwêş axivî û got: “Her jin di civakê de rastî qirkirinê dihat. Ji dîrokê heta roja me ya îro, jin li hemberî mêrêserwer radibû, lê dibû armanca dewletan û dihatin tunekirin. Mînak Jîna Emînî bi hinceta ku porê wê hûya bûye hat qetilkirin. Li ser navê îslamê xwestin jinê di nava paçikan de bixeniqînin. Lê Rêber Apo ji nûve jiyanek da jinê û jinê vegerand cewhera berê a 5 hezar salan. Vaye jin bûye pêşeng û şoreşan birêve dibe. Vaye bi rihê Jîna Emînî dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye sembola jina azad."

Piştî axaftinê meş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.