Bi hezaran welatiyên Cindirêsê ji bo Ocalan meşiyan

Li navçeya Cindirês a Efrînê bi hezaran mirov ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.

Meş li pêşiya goristana Cindirêsê dest pê kir. Girseya gel alayên YPG, YPJ, TEV-DEM, Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava, wêneyên Ocalan û pankarta ‘Azadiya Rêber Apo azadiya hemû gelan e hildan.

Bi hezaran kes bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ heta gundê Yilangozû meşiyan.

Li navenda gund meşa gel veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de li ser navê Kongreya Star Emîne Dîngîlî, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endamê meclîsê Hesen Bîrko û li ser navê  Hevbendiya Niştîmaniya Demokratîk a Sûriyeyê Ebdulrehman Mûrad axivîn.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.