Bi hezaran malbatên Hamasê li Efrînê hatin bi cih kirin

Bi hezaran malbatên Hamasê li Efrîn, Cerablûs û Babê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, hatin bi cih kirin.

Dewleta Tirk li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku dagirkiriye û sûcên şer lê dike, plana guhertina demografiye bi hemû leza xwe xistiye dewrê.

Di şerê Îsraîl û Hamasê de ku 7'ê Cotmehê destpê kir, bi hezaran kes li Xezeyê hatin kuştin û bi deh hezaran kes jî ji cih û warên xwe hatin kirin. Di çarçoveya planên tarî yên li dijî herêmê de, hêzên hegemon û çeteyên hevkarên wan ên li herêmê, li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî gel dikin qurbanî. Li gel sûcên xwe yên domdar, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelê herêmên dagirkirî dide koçberkirin. Dewleta Tirk niha jî bi hezaran malbatên endamên Hamasê ji Xezeyê tîne û li herêmên wekî Efrîn, Cerablûs û Babê bi cih dike.

BI HEVKARIYA TIRKIYE-QETER Û HAMASÊ 

Derketibû holê ku dewleta Tirk, Qeter û Hamasê plan kiriye ku 250 hezar şêniyên Xezeyê li herêmên dagirkirî, Bakurê Kurdistanê û herêmên Qibrisê yên di bin dagirkeriya Tirk de bi cih bikin.

BÊTIRÎ 4 HEZAR KON HATIN DANÎN

Agahiyên der barê Hamasiyên anîne herêmê de wiha hatin rêzkirin:

*  Li kampa ji bo endamên HAmasê ya li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, di bin çavdêriya Saziya Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) de zêdetirî 4 hezar kon û xanî hatin avakirin. Çêkirina kampa dewam dike û ji 3 beşan pêk tê. Çeteyên Feyleq El Şam bi serkêşiya MÎT'ê kampê bi rê ve dibin.

* Di 17'ê Mijdarê de zêdetirî 75 malbatên çeteyan ku di nav de gelek malbatên Hamasê jî hene, veguhastin herêmê da ku li kampên li gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ya Efrînê di bin çavdêriya çeteyên El Emrat de werin bicihkirin. Bi sedan malbatên Hamasiyan li van konan bi cih kirin.

* Di 19’ê Cotmehê de di destpêka şerê Hemas û Îsraîlê de dewleta Tirk bi koordîneya Kuwêt, Qeter, Îxwan Muslîmîn û Hamasê, bi dehan malbatên endamên Hamasê ji Xezeyê anîn navçeya Cindirês a Efrînê. 75 malbatên Hamasê di bin çavdêriya wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk de anîn kampa Dêr Belût a Cindirêsê. Her wiha 150 kon di kampê de hatin vedan.

* Di dawiya meha Mijdarê de jî li Babê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, bi heman rêbazê kon vedan û zêdetirî 150 malbatên Hamas lê bi cih kirin.

Hat ragihandin ku fînansa kampê yekser ji aliyê rêxistinên paravên MÎT’ê; Destên Spî, ÎHH û her wiha El Eyş El Kerama (Komeleya Jiyana Birûmet) ya Filistînê ve ku MOSSAD bi rê ve dibe, tê kirin.