Bi hezaran kesê ji Helebê ketin ser rê gihiştin Efrînê

Bi hezaran kesê ji bo piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê ji helebê ketin ser rêya Efrînê, bi dirûşma “Bijî Berxwedana Efrînê” hatin pêşwazîkirin.

Bi hezaran welatî ji Helebê ji bo piştgirî bidin Berxwedana Serdemê ya Efrînê ku dom dike, gihiştin Efrîn. Dema ku gel gihişte Efrînê bi tilîlî û dirûşma ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ hatin qîrkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde, Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mustefa Hesen û Endama Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Efrînê Fatma Lekto axivîn.

Axaftvanan bi xêrhatina welatiyan dest bi axaftinên xwe kir û gotin wê Berxwedana Serdemê bi ruhê gelê Berxwedêr bi ser bikeve.

Piştre jî Heveseroka Meclîsa TEV-DEM′ê a Helebê Mihemed Şêxo û Heveroka MSD′ê ya Helebê Fehîma Hemo axivîn, diyar kirin ku wê heta dawî piştgiriyê bidin Berxwedana Serdemê.

Piştî axaftinan gel ber bi navenda bajarê ve ketin rê.