Bi hezaran gelê Efrînê li dijî komploya 15’Sibatê daketin qadan

Bi hezaran welatiyên gelê Efrîn û Şehba li navçeya Fafînê li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û meşeke girseyî lidar xistin.

Bi hezaran ji gelê Efrîn û Şehbayê li pêşiya dibistana Muşat ya li navçeya Fafînê kombûn.

Gel bi diruşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, ‘Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin û Rêber Apo Azad Bikin’ û ‘Komplo Li Dijî Vîna Gelê Demokrasî û Aştiyê ye’ ber bi dibistana ajotin a Fafînê ve meşiyan.

Li pêşiya dibistana ajotinê bi deqeyek rêzgirtinê û şûnde gel guh dan gotinên Ocalan.

Li vir li ser navê saziyan axaftin hatin kirin û li ser navê Rêveberiya Xweser Silêman Cefer axivî. Cefer şehîdên şoreşê bibîr anî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest. Cafer got: “Kombûna gel komplo vala derxist. Ev sekin û biryardarî serketina gel nîşan dide.