‘Bi giyanê Kobanê em xwedî li Efrînê derkevin’

Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a li dijî Efrînê da.

Koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad têkildarî êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Feraseta desthilatdariyên serdest ango dewleta faşîst a Tirkiyeyê dixwaze hebûna xwe li ser tunekirina Kurdan ava bike. Çawa ku Kobanê, DAÎŞ tune kir, ew ê Efrîn jî dawiya Erdogan bîne. Êrîşa artêşa Tirk a dagirker û rejîma Erdogan a li dijî Efrînê bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Ji ber vê jî hemû gel, dostên me û bi taybetî ciwanên Kurdistanê yên ku li Ewrûpayê dijîn divê dakevin qadan û faşîzma dewleta Tirk protesto bikin. Divê Efrîna a ku bajarê Arîn Mîrkan e, bi giyanê Kobanê xwedî lê were derketin. Divê hemû kolanên Ewrûpayê bibin qadên berxwedanê.”