Bi derfetên kêm xizmeta tenduristiyê didin sed hezaran kesî

Êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bê navber didomin. Heyva Sor a Kurd ku ji gelek aliyan ve xizmetê dide gelê sivîl, niha li herêma Şehbayê bi derfetên kêm xizmeta tenduristiyê dide zêdeyî 170 hezar mirovên ji Efrînê.

Piştî ku li ser êrîşên hovane yên dewleta Tirk rêveberiya Efrînê biryar da ku gel ji bajêr derxîne, bi sed hezaran EFrînî yên ku koçî Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa kirin bi şertên dijwar berxwedana xwe didomînin.

Heyva Sor a Kurd ji bo Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeran neçar man koç bikin, bû pişteke herî xurt. Heyva Sor a Kurd bi desteka gelê Kurd û dostên wan ên li Kurdistanêxebatên xwe dike, bi derfetên xwe yên kêm jî desteka herî mezin didin gelê Efrînê.

Heyva Sor a Kurd di qadên alîkariya pêşî, tenduristî, derman, bi cihkirin, xwarin, vexwarinê de bi rihekî seferber bi Efriniyan ve dibeze. Hheyva Sor a Kurd di dema êrîşên dagirker de bi xebatkar, ambûlansên xwe bû hedefa êrîşan û niha jî li herêma Şehbayê li cem Efrîniyan e. Rêveberên Heyva Sor a Kur dli ser xizmet, xebat û pêdiviyên hewce ji ANF’ê re axivîn.

BERIYA NIHA JÎ XIZMET DIDA KOÇBERAN

Yek ji doktorê Şûbeya Efrînê ya Heyva Sor a Kurd Emer Mimehed got beriya êrîşên dagirker jî, ji destpêka şerê Sûriyê ve koç ber bi Efrînê ve çêbûye û xizmet dane koçberan. Emer got Efrînê di van 7 salên dawî de bi sed hezaran koçber vehewandiye û got, ‘’Li Efrînê 2 kampên me hebûn; kampên Şehba û Rûbar. Em van xebatên xwe ne ku nû dikin, bi salan e ku em van xebatan dikin.’’

7 NAVENDÊN TENDURISTIYÊ HATIN AVAKIRIN

Mihmed got piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk xebatên wan ên xizmetê bênavber doma kirine û wiha domand: ‘’Niha jî li Şehbayê em xebatan dikin. Piştî ku gelê me koç kir, di demeke kurt de li Şêrawayê 2 û li Şehbayê 5 navend me ava kirin û bi derfetên kêm me xebatên xwe domandin. Nİha li 7 navendan, di serî de qada tenduristiyê em xizmetê dikin.’’

EM HEMÛ KARÊN XWE QEYD DIKIN

Mihemed anî ziman, ew li 7 navendan xizmeta tenduristiyê rojane didin 400 kesî û diyar kir, alîkariya digihêje Heyva Sor bi rêya komîteyan digihînin hewcedaran û vî karê xwe jî qeyd dikin. Mihemed got, "Komîteyên me hene. Komîteyên tenduristî, şîrê zarokan, xwarin û stargehê. Bi rêya komîteyan em hewl didin destekê bidin gelê xwe."

'EM XIZMETÊ BI DESTEKA GELÊ XWE DIKIN'

Dermanger Rim Karho ku yek ji rêveberên Şaxê Efrînê ya Heyva Sor a Kurd e got, gelê Efrînê di nava demeke zehmet de ye û Heyva Sor hewl dide bi her awayî destekê bide gel. Rim Karho diyar kir, ew karê xwe bi desteka ji Ewropa û parçeyên din ên Kurdistanê tê didomînin û anî ziman, ku saziyên alîkariyê yên navneteweyî ti destek nedaye wan.

'EM NIKARIN EMELIYATÊ BIKIN'

Rim Karho bi bîr xist, şêniyên Efrînê yên neçar man koç bikin, dema ji malên xwe derketin nekarîn tiştekî bi xwe re bibin û wiha dewam kir: "Mirovên me li vê derê di nava xirbeyan de, li binê konan û li erdê mayinkirî dijî. Ji ber ku pirsgirêka avê û paqijiyê zêde ye, li nava zarokan nexweşî der dibin. Ji ber ku derfetên ji bo paqijiyê nînin. Bi germbûna dinyayê re wê pirsgirêkên mezin rû bidin. Li gel vê yekê em ji gelek aliyan ve nikarin xizmeta tenduristiyê bidin. Ji ber ku amûrên me yên ji bo emeliyatê li Efrînê man. Bombe li nexweşxaneya me ya li wir hate barandin. Em nikarin emeliyata cerahî bikin. Çend roj berê du zarok li vir ji ber teqîna mayinê birîndar bûn. Yek jê 17, yê din jî 14 salî ne. Lê belê me nekarî mudaxale bikin û piştî hewldaneke dirêj me ew şand herêma Zehra."

250 HEZAR MIROV BÊ NEXWEŞXANE NE

Rim Karho diyar kir ku pêwîstiya wan bi malzemeyên tibî heye û got, "Li vê derê zêdeyî 170 hezar Efrînî hene. Nêzî 80 hezar mirovên ji Şehbayê bi xwe hene. 250 hezar mirov hene, lê nexweşxaneyeke wan nîne. Em hewl didin nexweşxaneyekê çêbikin, lê derfetên me kêm in. Em careke din bang li her kesî dikin, bi taybetî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dikin ku di vê mijarê de bibin alîkar."