Bi deh hezaran kes li Kobanê ji bo azadiya Ocalan meşiyan

Bi deh hezaran kes li Kobanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, îro li Kobanê meşek hebû. Tevî nûnerên saziyan, bi deh hezaran mirovên ji Kobanê tevlî meşê bûn.

Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Ferhad Dêrik, Hevserokên Meclîsa Kantona Kobanê Merwa Dirêyî û Mustefa Êto jî tevlî meşê bûn.

Bi deh hezaran kesên li Meydana Jinên Azad li hev civiyan, tevî wêneyên Ocalan û alên TEV-DEM û PYD'ê ber bi Meydana Şehîd Egîd ve meşiyan.

Di meşê de ji bo azadiya Ocalan dirûşm hatin qîrîn. Li Meydana Şehîd Egîd, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û piştre endamê Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Ferhad Dêrik û Hevseroka Meclîsa TEV-DEM'ê Eyşê Efendî axivîn.

BANGA JI BO SEFERBERIYÊ

Qisekeran destnîşan kirin ku di têkoşîna azadiyê ya gelan de felsefeya Ocalan esas tê girtin. Qisekeran dan xuyakirin ku Ocalan ji bo gelan daxwaza jiyaneke azad û demokratîk dike û ji bo vê têdikoşe. Her wiha bal hate kişandin ser êrîşên li dijî gelê Kurd û ji bo seferberiyê bang hate kirin.