Bi deh hezaran Efrînî daketin qadan

Li Fafînê bi deh hezaran Efrînî hatin ba hev û Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi boneya salvegera 23’yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêkhateyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan û komplo şermezar kir.

Şênî li pêş hola civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd û pankartên "Em komploya 15’ê Sibatê roja qirkirina gelan e şermezar dikin", "Bi vîn û berxwedanê em ê komploya li dijî  Rêber Apo têk bibin", "Sonda me ku pergala Îmraliyê têk bibin û bi Rêber Apo re bijîn", "Komploya navneteweyî êrişa li ser mirovahiyê ye" û "Dem dema azariya Rêber Apo ye" vekirin.

Meş bi diruşmeyên şermezarkirina komployê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir û li tevahî kolanên taxê geriya.

Meş li qada Cebanet a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê vegerî mîtîngê. Li vir gelek axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Mihemed Şêxo di destpêka axaftina xwe de, şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anîn û got: "Em bejna xwe li hember rihê şehîdên di oxira azadiya me de canê xwe dane, ditewînin."

Şêxo behsa komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û axaftina xwe wiha domand: "Rêbazên dewleta Tirk a faşîst dûrî mirovahiyê ne û tecrîda li ser Rêber Ocalan girantir kir."

Şêxo îşaret bi berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Rêber Ocalan ji 23 salan ve di girtîheha Îmraliyê de ji bo azadiya gelan tê dikoşe û tevî sûcên qirêj ku dewleta Tirk li dijî wî pêk tîne, rojekê ji pêkanîna armanca doza xwe venegeriye."

Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk çi dike bila bike nikare şoreşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk bibe û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan hewl dide şoreşa Rêbertî têk bibe û vîna gel bişkîne. Lê tevî bikaranîna tevahî rêbazên dermirovî li hember berxwedana wî têk diçe."

Berdevka Însiyatîfa Sûriyê ya Azadiya Rêbertî Amîne Xidro berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav kir û wiha got: "Têkiliya Rêbertî bi gel re xurt e, gel dev ji banga serbestberdanê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bernade."

Amîne Xidor behsa armanca komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: "Armanc şikandina vîna gelê azadîxwaz e, yê ku banga edalet, demokrasî û wekheviyê dike. Hemû hewldanên dewleta Tirk, ligel tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertî, bi bin ketin."

Amîne Xidor da zanîn gelê ku li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşe dikare Ii hember rejîmên destpot bisekine û ev tişt anî ziman: "Rêbertî rojekê pişta xwe neda dewletên destpot, lê pişta xwe da gelê xwe ku niha banga azadiya Rêbertî dike."

Şêniya bi navê Duha Ehmed ku tevlî meşê bûye, da zanîn ku ew ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên ku dewleta Tirk li ser wî dimeşînin ew li qadan in.

Welatiya bi navê Naîle Nasir bang li rêxistina mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û dawî li kiryarên dewleta Tirk bînin û wê neçar bikin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest berdin û ev tişt got: "Em dev ji banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan bernadin."

Têkildarî mijarê, endamên Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar kir.

Endama meclisê dayika şehîd Alan, Remziye Îbrahîm Salih li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Doza revandin û radestkirina Rêberê konfederalîzma demokratîk Abdullah Ocalan ji dewleta Tirk re di 15’ê Sibata 1999’an nimûneyek yekser û eşkere ya komploya ku hêzên kapîtalîst li dijî vîna gelan dimeşînin e.

Dewleta Tirk ê faşîst texmîn kir ku bi girtina rêberên şoreşên Kurdan an jî darvekirina wan wê şoreşan bi dawî bike û doza Kurd tune bike. Lê piştî 23 salan ji dîlgirtina Rêber Ocalan kifş bû ku mijar ne wisa ye.

Rêber Abdullah Ocalan di hundirê girtîgeha Îmraliyê de bi dehan pirtûk hûnandin û tê de li ser doza Kurd, doza jinê û krîzên li Rojhilata Navîn axiviye, rizgariya tevahî gelên herêmê û gelê Kurd e.

Rêbertî ji destpêka jiyana xwe de ronahiya gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn e û bi rêya fikirên xwe hişt ku gelê Kurd û gelên herêmê ber bi azadiya xak û welat ve biçin û wê yekê hişt ew were girtin.

Em Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan bang li tevahî hêzên demokratîk, bi taybet rêxistin û saziyên jinan ên hiqûqî dikin ku rola xwe bilîzin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku Rêberê gelan Abdullah Ocalan berdin."