HBDH: Em têkoşîna hemû jinên rabûne ser piyan silav dikin
HBDH'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyanî da û got, "Em têkoşîna azadî û rizgariyê ya jinên rabûne ser piyan hemûyan silav dikin."
HBDH'ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyanî da û got, "Em têkoşîna azadî û rizgariyê ya jinên rabûne ser piyan hemûyan silav dikin."
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di nava şert û mercên heyî yên şer de barê şer careke din li ser milê jinan hatiye bicihkirin."
Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:
"Çirûska ku 25'ê Mijdara 1960'î dîktatoriya Trujillo ya faşîst li Komara Domînîk şewitand, hêrsa li dijî qetilkirina Xwişkên Mîrabel bû. Ji wê rojê û vir ve em zanin ku jin wê bi şoreşê azad bibe, li dijî polîtîkayên tundî û zextê em ê bi ruhê têkoşîna yekbûyî û hevgirtî bi ser bikevin.
Ji bo cîhaneke ji jiyanê, ji bo jiyaneke mirovane em bang li jinan hemûyan dikin ku tevlî nava refên Şoreşa Yekbûyî bibin. Em bang dikin ku Şoreşa Yekbûyî mezin bikin, her deverê veguherînin qada şer û serketina Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan pêk bînin.
Bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî em weke Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan têkoşîna rizgarî û azadiya jinan ên li dijî sîstema serweriya mêr rabûne ser piyan, silav dikin. Em Xwişkên Mîrabel û hemû şervanên jin ên di nava têkoşîna azadiyê ya jinê de tevlî karwanê nemiran bûne bi hurmet bi bîr tînin."