Jinnews’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinê, çeteleya tundiya li ser jinê, weşand. Di çeteleyê de, hate destnîşankirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tundî her diçe zêde dibe. Hate destnîşankirin ku polîtîkaya bêcezatiyê ya daraz, tundiya li ser jinê zêde kiriye.
ÇILE
Li gorî çeteleya Jinnews’ê, di meha Çileyê de 27 jin û 4 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 17 jin û 3 zarok bi rengekî bi guman weke jiyana xwe ji dest dayî hatin dîtin.
SIBAT
Di meha Sibatê de 39 jin hatin qetilkirin, 15 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku di meha Sibatê de jin piranî ji aliyê mêrên ku dest jê berdane ve hatine qetilkirin.
ADAR
Di meha Adarê de 24 jin û 2 zarok hatin qetilkirin. 24 jin û 2 zarok jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
NÎSAN
Di meha Nîsanê de 30 jin û 2 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û zarokek jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
GULAN
Di meha Gulanê de 34 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 18 jin û 2 zarok jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
HEZÎRAN
Di meha Hezîranê de 37 jin û 10 zarok hatin qetilkirin, 7 jin û 2 zarok jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
TÎRMEH
Di meha Tîrmehê de 21 jin û 4 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û 2 zarok bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
TEBAX
Di meha Tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatin qetilkirin, 15 jin û 3 zarok jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
ÎLON
Di meha Îlonê de 30 jin û zarokek hatin qetilkirin, 15 jin û 4 zarok jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
COTMEH
Di meha Cotmehê de 43 jin û 6 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û 4 zarok jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.