TÊKOŞÎNA JI BO AZADIYA JINÊ
Jin di heyameke wisa de xwe amade dikin ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî pêşwazî bikin ku kuştinên jinan veguheriye qirkirinekê, krîza aborî kûrtir bûye, ked û îradeya gel tune tê hesibandin û li hemberî van ferzkirinan xwe amade dikin ku dubare berê xwe bidin kolanan. Li Kurdistanê jî ku zext û tundiya dewletê xwe bi awayekî zelal nîşan dide, heya dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ jî hate qedexekirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî têkildarî 25’ê Mijarê û otorîteya mêrdewletê ya her ku diçe zêde dibe ji ANF’ê re axivî û da zanîn ku tu tu qedexe û zext nikare rê li ber belavkirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigire.
‘25’Ê MIJARA ÎSAL JI BO MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ GELEKÎ GIRÎNG E’
Bêrîvan Bahçecî xwe amade dike ku 25’ê Mijdara îsal li Colemêrgê pêşwazî bike û got ku ji ber ku jin û ciwanên li Colemêrg gelekî bi polîtîkayên şerê taybet re rû bi rû dimînin, wan biryareke bi vî rengî standiye. Bêrîvan Bahçecî diyar kir ku li Kurdistanê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bi zexta dewletê ya zêde tê pêşwazîkirin û da zanîn ku di heman demê de li hemberî vê zêxtê têkoşîn û birêxistinbûneke mezin heye. Bahçecî bi bîr xist ku ji ber polîtîkayên bêcezatiyê li seranserê welat qetilkirina jinan zêde bûye û ji ber vê yakê jî 25’ê Mijdarê ji bo mezinkirina têkoşînê girîngtir bûye.
‘YEKEM KARÊ QEYÛMAN ÊRÎŞA LI HEMBERÎ DESTKEFTIYÊN JINAN E’
Bahçecî da zanîn ku otorîteya dewletê li ser jinan zextê li hemû civakê dike û hewl dide ku civakê bêdeng bike û diyar kir ku polîtîkayên qedexekirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û heya yên desteserkirina şaredariyan nîşaneyeke vê ya zelal e. Bahçecî bi bîr xist ku yekem karê qeyûman tunekirina destkeftiyên jinan e û got: ‘’Qeyûm beriya her tiştî êrîşî destkeftiyên jinan dikin. Saziyên jinan digirin, hewl didin destkeftiyên jinan ji holê rakin û îradeya gel tune bihesibînin. Yekem karê derbeya qeyûm a li hemberî Şaredariya Dersîmê bû betalkirina sepana JIN Kartê. Bi desteserkirina şaredariyê malên piştevaniya jinan hatin girtin û ji bo serokatiya daîreya jinan mêrek hate tayînkirin. Ev ne tesadûf in, kesên budceya gel talan dikin despêkê destkeftiyên jinan desteser dikin.’’
‘QEDEXEKIRINA DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ KURTEYA NÊZÎKATIYA DESTHILATDARIYÊ YA LI HEMBERÎ JINAN E’
Bahçecî da zanîn ku qedexekirina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ kurteya nêzîkatiya dijminane ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî jinan e û ev yek anîn ziman: ‘’Jin, Jiyan, Azadî ne tenê dirûşmeyek e, Jin, Jiyan, Azadî felsefeyeke jiyanê ye. Qedexekirina van peyvan rûyê zîhniyeta li hemberî jinan, jiyanê û azadiyê nîşan dide. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ li seranserê cîhanê belav bûye û veguheriye felsefeyekê û em di vê mijarê de bi paş de gav naavêjin; em li her derê, li kolan, tax, malê vê dirûşmeyê berz bikin û belav bikin. Di sedsala 21’emîn de wê tu jin koletiya ku pergala serwer a mêran li ser jinan ferz dike, qebûl neke.’’
‘DEWLET BERÊ JIN Û CIWANAN DIDE TIRYAK Û FUHÛŞÊ’
Bahçecî diyar kir ku dewlet li Kurdistanê bi êrîşan serî li polîtikayên şerê taybet dide û bal kişand ku dewlet li Kurdistanê berê jin û ciwana dide tiryak û fuhûşê û got: ‘’Me weke Meclîsa Jinan a DBP’ê 3 mehan atolyeyên ‘’Civînên jinan ên li hemberî şerê taybet’’ li dar xistin. Me li 15 bajaran bi tevahî 73 atolye li dar xistin. Mê xwe gihand 3,200 jinan û li gel jinan têkildarî polîtîkayên şerê taybet nîqaş pêk anîn. Di van nîqaş û axaftinan de jinan ji jiyana xwe mînak dan. Û di encamê de derket holê ku piştî sala 2014’an dewlet gelekî serî li polîtîkayên şerê taybet dide û vê yekê jî li ser jin û ciwanan dike. Bi van atolyeyan me hişmendiyek da avakirin. Gelê me li hemberî polîtîkayên şerê taybet radibe û hişmendiyekê bi dest dixe.’’
‘BANGA TEVLÎBÛNA MEŞA 25’Ê MIJDARÊ YA LI COLEMÊRGÊ’
Bahçecî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê weke Meclîsa Jinan a DBP’ê 25’ê Mijdarê li Colemêrgê pêşwazî bikin û got: ‘’ Em ê weke Meclîsa Jinan a DBP’ê meşa xwe li Colemêrgê li dar bixin. Dewlet li Colemêrgê bi awayekî gelekî zêde serî li polîtîkayên şerê taybet dide. Li Colemêrgê dewlet bi darê zorê berê jin û ciwanan dide tiryak û fuhûşê. Ji ber van yekan em bang li hemû jinan dikin ku beşdarî meşa 25’ê Mijdarê bibin.’’