Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo girtina cenzeyê gerîlayên 28-29’ê Tebaxê ketibûn kemîna hêzên PDK’ê û li ser ava Çemê Zapê hatibûn şehîdkirin, bigirin, ji 5’ê Cotmehê û vir ve li Deriyê Sînor ê Pêşxabûr di çalakiyê de ne, 19 roj in çalakiya xwe didomînin.
Dayikên Aştiyê ji roja yekem ve dixwazin nameya bi daxwaza girtina du cenazeyên gerîla bidin rayedarên PDK’ê. Lê PDK’ê ji bo cara duyemîn pêşiya dayikan girt, name negirtin. PDK’iyan jibo dayikan anî ziman ku ‘Rayedar ne li vir in, çend rojan li bêhndanê ne’ hincet nîşan da.
Ji dayikên aştiyê yên di nava çalakiyê de ku pêşiya wan hate girtin Xema Elî Qedîfe nêzîkatiya PDK’ê ya ji bo dayikan ji ANF’ê re vegot.
‘BI ÇEKAN PÊŞIYA DAYIKA GIRTIN’
Dayika Xerma Elî: Dayikên Aştiyê ji bo girtina cenaze çûne ser sînor. Me cara duyemîn jî xwest ku nemeyê bidin rayedarên PDK’î. Lê rê nedan ku em name bidin rayedaran. Bi çekan hatin pêşiya 20 dayikên aştiyê.
Dayika Qedîfe: Bi çekan hatina pêşiya dayikan pir nebaş bû. Em dayikên aştiyê ne. Ji bo aştiyê em li vir in. Lê ew bi çekan pêşiya me girtin. Tir xistin pêşiya me. Em cenazeyên xwe dixwazin. Heta cenazeyên xwe negirin, em ê ji deriyê sînor veneqetin.