Bi berxwedana xwe ya xurt nîşan da ku welatparêzî ti carî tine nabe

Dilxwaz Germiyan ku li ser xeta Şehîd Helmet û Viyan tevlî têkoşînê bû, bi berxwedan û biryardariya xwe ya xurt nîşan da ku ruhê neteweyî û hestên welatparêziyê ti carî li vî warî tine nabin.

DILXWAZ GERMIYAN

Sîstema hegemonîk li ser bingeha parçekirin û hikumkirinê ava bûye. Despotîzm û desthilatdariya xwe bi vî rengî dewam dike. Dema ku mirov bala xwe dide ser rewşa li Kurdistanê, dibîne ku gel bi sedan salan bi siyaseta înkar û îmhayê re rû bi rû hatiye hiştin û welat hatiye parçekirin.

Modernîteya kapîtalîst ne tenê dijminê jinê û xwezayê ye, di heman demê de dijminê gelê Kurd e. Yek ji deverên ku herî zêde ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hate bombekirin Başûrê Kurdistanê ye. Dewletên emperyalîst ji bo sermayeya global Başûr veguherandine navenda konsept û şerê xwe yê taybet. Armanca wan ew e ku Başûrê Kurdistanê ji parçeyên din ên Kurdistanê qut bike û Tevgera Azadiyê îzole bike.

Lê belê li ser xeta Helmet û Viyan gelek jin û mêr ên ciwan ên leheng beşdarî nava refên gerîla bûn, canê xwe feda kirin û nîşan dan ku li vî warî ruhê azadiyê nemirî ye.

Bîner Fayeq ji bajarê Kelarê yê herêma Germiyanê, li nava malbateke ji eşîra Caf a welatparêz ji dayik bû. Herêma Germiyanê cihekî welê ye ku gelek komkujî lê bû û timî êrîş lê hate kirin. Dagirkeran li vê herêmê bi sedan gund şewitandin û hilweşandin, bi hezaran jin û zarok bi saxî xirtin binê axê.

Lê belê xelkê Germiyanê ti carî serî li ber dagirkeran netewand û derfetên xwe hemû pêşkêşî têkoşînê kir. Xwîna ciwanên Germiyanê her tim bi eşqa welêt keliya û ji têkoşîna azadiyê ya gel re bû ava jiyanê.

DI DEMA ÊRÎŞÊN DAÎŞ’Ê DE DÎT KU HEVKARAN GEL BI TENÊ HIŞTIN

Bîner her ku mezin bû bi çavên xwe sîstema dagirkeriyê ya li Kurdistanê dît. Bi hezaran gundên şewitandî, bi hezaran dayikên ku bi salan li benda hestiyên zarokên xwe bûn, ji dil hîs kir. Weke ciwanekî Kurd dest bi lêgerîna li rastiyê kir û xwest, heqîqeta gelê xwe nas bike.

Bîner di têkoşîna gelê Kurd de bû şahidê serdemeke dîrokî. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Başûrê Kudistanê kirin, bi çavên xwe dît bê hêzên hevkar çawa gel bi tenê hiştin û xwe vekişandin. Di heman demê de îrade û berxwedana gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê dît; vê yekê bandoreke mezin li wî kir.

Li eniya Kerkûkê, fermandarekî gerîla li gel temenê xwe yê dirêj û seqetiya lingê xwe got, ew ê çeperê neterikîne û gel bi tenê nehêle. Vê bûyerê bandoreke mezin li Bîner kir û biryar da ku tevlî nava têkoşînê bibe.

Bîner bû evîndarê şoreşê û navê Dilxwaz Germiyan li xwe kir. Li çiyayên Kurdistanê tevlî perwerdeyê bû û bû gerîlayekî şareza. Li eniya Başûr weke ciwanekî pêşeng gelek wezîfeyên stratejîk bi cih anî. Di temenê ciwantiyê de beşdarî perwerdeya îdeolojîk a li dibistana navendî ya partiyê (Mazlûm Dogan) bû û xwe her tim ji wezîfe û berpirsyariyê re amade kir.

Li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Mahîr beşdarî perwerdeyê bû û bi armanca tevlîbûna li eniyên şer, ji aliyê leşkerî ve bû pispor. Weke gerîlayekî profesyonel berê xwe da herêma Zapê. Di çarçoveya Pêngava Bazên Zagrosê de beşdarî gelek çalakiyan bû û li gel hevrêyên xwe mohra xwe li berxwedaneke destanî xist.

Di 31’ê adara 2024’an de li qada berxwedanê ya Zapê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû û tevlî nava karwanên nemiran bû. Dilxwaz Germiyan ku li ser xeta Şehîd Helmet û Viyan tevlî têkoşînê bû, bi berxwedan û biryardariya xwe ya xurt nîşan da ku ruhê neteweyî û hestên welatparêziyê ti carî li vî warî tine nabin.