‘Bi berxwedana Kobanê DAÎŞ û dewleta Tirk têk çûn’
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê, diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk, bi berxwedana Kobanê têk çûne.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê, diyar kir ku çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk, bi berxwedana Kobanê têk çûne.
Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê, bi boneya derbasbûna 9 salan di ser êrîşa terorane ya çeteyên DAÎŞ′ê li ser Kobanê de bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, daxuyaniyek da. Hevserokê Kar û Barên Rêveberiya Herêma Firatê Xalid Cerade li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "15′ê Îlonê salvegera 9’emîn a êrîşa hêzên tarî ya terorîst a DAIŞ′ê li ser Kobanê û gundewarên wê ye. Çeteyên DAIŞ′ê bi hezaran çeteyên ku ji tevahî cîhanê kom kirine, xwedî fikira tundraw bi çekên giran bi tank û panzeran êrîşê Kobanê kir. Ew yek jî piştî gelek herêmên Sûriyeyê û Iraqê kontrol kirin pêk hat.
Piştî çeteyên DAIŞ′ê êrîşê Kobanê kir û gelek gundên kantonê dagir kirin û gihaştin beriya deriyê bajêr û parçeyekê mezin ji dagir kirin, hin alî û dewletan mîna dewleta Tirk li ser zimanê serokê wê Erdogan şert ji bo têkçûyîna Kobanê danîn. Lê berxwedana YPJ û YPG′ê bi çekên xwe yên sivik piştî 134 rojan ji berxwedana efsanewî û hevkariya Koalîsyona Navneteweyî çete têk birin. Bi wê têkçûyînê rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ji hêla çeteyan ve bû destpêkek û heta nuqteyên wan ên dawîn ên li Baxozê hatin rizgarkirin.
Ji destpêkirina Şoreşa 19′ê Tîrmehê ve ku çirûska wê ya yekemîn li Kobanê ve, ji dewleta Tirk a dagirker re ku hewil dida vê şoreşê bi hemû rêbazan têk bibe bû girêkek. Lê nekarî têk bibe. Berxwedana Kobanê ji bo gelê herêmê, têkçûna dewleta Tirk û fikira wê ya tundraw bû serkeftinek.
Têkçûyîna çeteyên DAÎŞ′ê bi kêrê dewleta Tirk nehat. Ji lew re weke planeke alternatîf gelek herêmên Sûriyeyê dagir kirin. Di wê yekê de çeteyên Sûriyeyî weke alaveke pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê pêk anî. Piştî DAIŞ′ê bi bin ket û Tirkiye têk çû, dewleta Tirk serkeftina welatiyên herêmê û rêveberiya wan û firehbûna rêveberiyê û hembêzkirina tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehemûl nekir. Ji lew re Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin, bi pişt re hin herêmên Rêveberiya Xweser bi armanca lawazkirina wê dagir kirin. Piştî berxwedaneke lehengane ya şêniyên herêmê kantona Efrînê jî dagir kir û bi pişt re berê xwe da dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî.
Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku piştgiriyê bidin QSD′ê da ku erkên xwe yên têkbirina şaneyên çeteyên DAÎŞ′ê û hêzên tundraw ku hewil didin tecrûbeya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin, pêk bînin."