NÛ DIBE

Besê Hozat: Komplogeran kirin nekirin nekarîn bigihêjin armanca xwe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat anî ziman ku tecrîd 26 sal in dewam dike û got, "Di nava 26 salan de bi taybetî berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê bandoreke mezin li ser gelê Kurd û gelên herêmê kir. Komplogeran çi kirin jî bi ser neketin.”

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ku beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû, têkildarê Komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêngava 'Ji Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk' nirxandin kir.

Hozat, bibîr xist ku komploya di 9'ê Cotmeha 1998'an de hat kirin bi pêşengiya DYE, Îsraîl û Brîtanyayê hat kirin û destnîşan kir ku PDK û Barzaniyan jî bi awayekî çalak di nava komployê de cih girtine. Besê Hozat, anî ziman ku komplo wê demê di encama têkoşîna ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, gelê Kurd û dostên wan bi pêş xistiye de hatiye vala derxistin û got, "Hêzên komploger plan kirin ku di nava du salan de Rêber Apo di aliyê fîzîkî de tine bikin û PKK'ê tasfiye bikin. Lê belê di encama têkoşîna hat dayîn de ji aliyê fîzîkî ve nekarîn Rêber Apo tine bikin, heta roja îro nikarîn PKK'ê tasfiye bikin, nikarîn vîna Kurdên azad bişikînin, nikarî teslîm bigirin. Gelê me têkoşîneke mezin meşand, lewma komplo negihaşt armanca xwe."

Nirxandinên Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ên li ser Komploya 9'ê Cotmehê û pêngava 'Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk' bi vî rengî ye:

Komploya 9'ê Cotmehê 26 sal li dû xwe hişt. Ev komploya li ser Rêber Apo û gelê Kurd hê jî didome. Armanca komployê çi bû û îro bi kîjan şêwazî dewam dike?

Em dikevin sala 27'an a komployê, ez di serî de hêzên komploger bi tundî şermezar û lenet dikim. Ez hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Di têkoşîna 27 salan ya li hemberî komployê de gelek hevrêyên me yên hêja, gel û dostên me berdêl dane, şehadet çêbûn, bi deh hezaran mirov li zindanê hatin girtin. Gelek êş hatin kişandin. Lê di encamê de komplo negihişt armanca xwe. Ev gelekî girîng e. Me armanca komployê gelek caran nirxand. Nirxandina herî berfireh jî Rêber Apo di parêznameyê xwe de kir. Bêguman bi komployê re şerê cîhanê ya 3’yemîn jî dest pê kir. Hêzên navneteweyî bi serkêşiya DYE’yê dixwestin bi berfirehî dest li Rojhilata Navîn werdin. Rêber Apo û PKK'ê weke astengiyeke mezin li pêşiya vê destwerdanê dîtin. Çima? Ji ber ku Rêber Apo li ser gelê Kurd xwedî bandoreke mezin bû. Gelê Kurd jî guhertin û veguherînên mezin jiyan. Dest bi têkoşîna azadiyê kiribû ku navenda wê Kurdistan e.

Hêzên navneteweyî tevgereke mîna PKK'ê ya zelal ji bo xwe weke gefekê dîtin. Xwestin bêbandor bikin. Ji ber vê yekê bi serkêşiya Emerîka, Brîtanya û Îsraîlê li dijî Rêber Apo komplo pêş xistin. Gelek hêz jî di nava vê komployê de cih girtin. Hemû welatên Yekîtiya Ewropayê bi taybetî Yewnanîstan, Elmanya di nava vê komployê de cih girtin. Rêbertî dema çû Ewropayê mafê penaberiya siyasî nedan. Rêbertî dixwest bê darizandin, lê nekirin. Ji ber ku eger wan derxistiba pêşberî dadger, wê pirsgirêka Kurd hem ketiba rojeva Ewropayê hem jî ketiba rojeva raya giştî ya navneteweyî. Bi rê nedayîna mafê penabertiya siyasî û nedarizandina wî re, xwestin rê li ber tinebûna wî vekin. Li dijî Îtalyayê zext kirin û Rêbertî jî neçar ma ji Îtalyayê derkeve. Hêzên herêmî jî di nava komployê de cih girtin. Misir di nava komployê de cih girt, Îran dibe ku di sînor de rol lîstibe, Rûsya jî di nava komployê de cihê xwe girt. Fêm kirin ku eger Rêber Apo û PKK neyên bêbandorkirin nikarin destwerdanê li Rojhilata Navîn bikin.

Di sala 2001'an de piştî komployê El Qaîde êrîşî Emerîkayê kir û piştre Emerîkayê vê yekê weke dît û mudaxeleyî Efxanistanê kir. DYE’yê di Adara 2003'yan de mudaxeleyî Iraqê kir. Sedam hat tasfiyekirin, li Iraqê şerê navxweyî dest pê kir. Bi demê re li Başûrê Kurdistanê federasyon ava bû. Xwestin li Beşûrê Kurdistanê bi PDK’ê re xeta hevkar û xayîn bidin rûnişkandin. Bi vî rengî armanc kirin ku her tiştî bixin bin kontrola xwe. Jixwe PDK-Barzanî di komployê de gelekî aktîf cih girtin. PKK’ê li Rojhilata Navîn tevgereke gelekî xurt a şoreşger, demokratîk, sosyaliste ku pêşengiyê ji gelan re dike. Hesab dikirin ku ji kaosa li Rojhilata Navîn dikare rû bide derfet çêbibe ku PKK ji vê sûdê werbigire, hê bêhtir mezin bibe, azadiya Kurdan mayînde bike û azadiya Kurdistanê bi pêşengiya PKK'ê jêneveger be. Hem wê li Kurdistanê şoreş pêk bihata û hem jî wê li Rojhilata Navîn şoreşeke demokratîk pêk bihata û bi vê re hesab, plan û konseptên komplogeran bê encam dibû. Ji ber ku gel ti mudaxeleyeke derve naxwaze, wê li dijî vê serî hilde, hêzên hegemonîk û dagirker qebûl nake. Ji bo pêşî li vê bigirin komplo pêk anîn.

CESARET NEKIRIN RÊBERTÎ DI ALIYÊ FÎZÎKÎ DE TINE BIKIN

Ev yek jî girîng e, Rêbertî di wê pêvajoyê de agirbest îlan kiribû. Di sala 1998’an de Rêbertî beriya ku ji Sûriyeyê derkeve, agirbest îlan kiribû. Rêbertî dixwast pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî û demokratîk çareser bike. Li ser vê bingehê ji bo muzakereyeke demokratîk bang li dewleta Tirk kir. Hêzên hegemonîk jî ev yek ji bo xwe weke gefekê dîtin. Dema ku pirsgirêka Kurd bi vî rengî çareser bibe, wê nikaribin dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Ji ber vê yekê jî bi komployê re mudaxele kirin û pêşî li çareseriya demokratîk, siyasî ya Rêbertî girtin. Komplo di şexsê Rêbertî de komploya li dijî gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û jinan e. Rêber Apo azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, jinan temsîl dike, lewma di şexsê Rêbertî de Kurd, gelên Rojhilata Navîn û jinan hedef girtin. Bêguman Rêber Apo bi sekna xwe êrîş û xefikên li hemberî xwe yek bi yek vala derxist. Gelê me zû ket ferqa heqîqetê, rabû ser piyan û li 4 parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi mîlyonan kes rabûn serhildanê.

Gelê me, dostên me, hêzên demokratîk û her kesê ku xeteriya komployê fêhm kir rabû ser piyan, bi taybetî jî jinên Kurd rabûn ser piyan. Gelek çalakiyên fedaî hatin lidar xistin, gelek hevrêyên me û welatparêzên me canê xwe dan ber agir û xwe bi bombe pêçan û teqandin. Komplo ji aliyê gelê me, ji aliyê gerîla û jinan ve rastî nerazîbûneke mezin hat. Vê yekê bandoreke mezin li hêzên komploger kir. Ji ber vê yekê jî newêrin Rêbertî ji aliyê fîzîkî ve tine bikin. Rêbertî jî tedbîrên xwe girt, polîtîkayeke stratejîk esas girt û ev jî komployê vala derxist. Hêzên komploger dema ku bi awayekî fizîkî nikarin Rêbertî tine bikin, bi rêbaza tecrîdê komployê didomînin. Xwestin bi rêya tecrîdê Rêbertî bêbandor bikin, têkiliyê wî ya bi cîhana derve re qut bikin û nehêlin dengê wî bigihêje gel. Ev 26 sal in li ser Rêbertî tecrîdeke domdar heye. Dem bi dem têkoşîn bi awayekî pir girseyî hat meşandin, her pêvajo, her sal pêngavek hat destpêkirin. Mînak, pêngava ‘Êdî Bese’ bandoreke mezin bi xwe re anî. Ji ber vê yekê, dema dijmin di bin zexteke mezin de bû, carna tecrîd sivik dikir. Carnan ji ber berjewendiya xwe dikirin.

KOMPLO BI ÊRÎŞÊN QIRKIRINÊ YÊN LI DIJÎ KURDISTANÊ DEWAM KIR

Dem bi dem parêzerên Rêbertî diçûn hevdîtinê, ji sala 2014'an heta Nîsana 2015'an şandeyên HDP'ê diçûn hevdîtinê. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe taktîkek da meşandin. Weke min ewil got, carna tecrîd sivik dibû, lê belê bi giranî 26 sal in Rêbertî di nava tecrîdê de tê ragirtin. Gelek car hinceta keştî xirab bûye, ango rewşa hewayê nebaşe weke hincet nîşan dan û hevdîtin asteng kirin. Bi vî rengî tecrîd dewam kirin. Zêdeyî 5 sal in cezayên dîsîplînê weke hincet bi kar tînin. Lê bi giranî konseptekê bi rê ve dibin. Ev konsepta komplogeran e. Li gel tecrîdê li dijî gelê Kurd jî polîtîkaya qirkirinê dimeşînin. Dixwazin bi vî rengî îrada gelê Kurd bişikînin û teslîm bigirin. Bi vî awayî dixwazin komployê bigihînin armanca wê. Ji bo vê jî 26 sal in Îmralî weke navend hilbijartine û şerekî mezin didin meşandin. 

Li Bakurê Kurdistanê her roj şerekî leşkerî heye, operasyonên qirkirina çandî û xwezayî hene. Ji bo şoreşa Rojava tesfiye bikin her roj êrîşan pêk tînin. Bi destê DAÎŞ û El Nûsra şerekî mezin meşandin. Şerê li Kobanê parçeyek ji wê bû, dagirkirina Efrîn jî parçeyek ji wê bû. Dema ku nikarîbûn êdî DAÎŞ'ê bi awayekî çalak bi kar bînin, vê carê bi deh hezaran çeteyên xwe re, êrîşê gelê Kurd kirin. Êrîşê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Bi destê DAÎŞ’ê êrîşê Mexmûr û Şengalê kirin. 4-5 sal in li Başûrê Kurdistanê êrîşên dagirkerinê dewam dike. Planên wan ên Mîsaki-Millî hene. Şer qet nesekinî. Komplo her tim berdewam kir. Ev êrîş jî berdewamiya komployê ne. Hêzên navneteweyî yên di nava komployê de cih girtin jî di nava van êrîşan de cih digirin û destekê didin dewleta Tirk.

Dewleta Tirk ji NATO û Emerîkayê destek digire. Di roja me ya îro de jî ev êrîş nesekinîn û dewam dikin. Mînak li Bakur, Başûr û Rojava şer dewam dike. Dewleta Tirk di vî şerî de sûcê şer û mirovahiyê dike, lê kes dengê xwe dernaxîne, heta destekê dide. Niha jî dewleta Îsraîlê li dijî gelê Filîstînê û gelê Lubnanê siyaseta qirkirinê dimeşîne û dewleta Tirk ev 100 sal in vê yekê dike. Di nava 10 salên dawî de ev şer gelekî dijwartir bû. Îsraîl di van êrîşan de dewleta Tirk ji xwe re mînak digire. Xwedî heman zîhniyet, heman feraset û heman polîtîkayê ne.

We jî behs kir; Rêber Apo, gelê Kurd, gerîla, dostên gelê Kurd ti carî teslîmî komployê nebûn û li dijî komployê têkoşîneke domdar meşandin. Hûn têkoşîna ku li dijî komployê didome çawa dinirxînin?

Eger dewleta Tirk ev 26 sal in li dijî Rêber Apo û gelê Kurd hêj şer dike, sedema wê komploya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an destpêkiriye, encam negirtiye. Di sala destpêkê ya komployê de xwestin Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve tine bikin û PKK'ê tesfiye bikin. Bi vî rengî armanc kirin ku konsepta qirkirinê bi encam bikin. Armanc dikirin ku di nava 2 salan de herî zêde encamê bigirin. Ji ber ku li dijî komployê berxwedaneke mezin hate kirin, negihaştin armanca xwe. Gelê me her tim li her qadê di nava rewşeke berxwedanê de bû. Ji ber vê yekê komplo bi ser neket. Mînak nekarîn Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve tine bikin, heta îro nekarîne PKK tasfiye bikin, nekarîne îradeya Kurdên azad bişikînin û nekarîne teslîm bigirin. Gelê me têkoşîneke mezin meşand, lewma komplo negihîşt armanca xwe. Dema em van 26 salan dinirxînin; Bi taybetî berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê pêş xist, bandorek mezin li ser gelê Kurd û gelên herêmê kir.

Rêber Apo di nava şert û mercên êşkence û tecrîdê de li Îmraliyê paradîgmaya neteweya demokratîk bi pêş xist. 5 parêznameyên ku di her alî de parastina mafên gelê Kurd, jinan û gelên bindest dikin û nirxên mirovatiyê diparêzin nivîsand. Rêbertî ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo azadiya gelan û jinan aliyên teorîk, felsefîk û îdeolojîk ên paradîgmayê pêş xist. Gelê Kurd, tevger û hevrêyên me parêzname xwendin û nirxandin û vê yekê zanistiyeke mezin çêkir. Lewma paradîgmaya neteweya demokratîk Komploya Navneteweyî têk bir Ji ber ku armanca komployê ew bû ku di navbera Kurd û Tirkan de, di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de, di navbera gelê Kurd û gelê Fars de şerekî bêdawî were destpêkirin bû. Bi kurtasî dixwestin gelên li herêmê hemû li ser nîjadperestî û olperestiyê dijminatiyê li hev bikin û her di nava şer de bin.

Komplo ji bo gelan xefikek wisa danîbû. Paradîgmaya neteweya demokratîk vê komployê vala derxist. Paradîgmaya neteweya demokratîk jiyana bi hev re ya hemû gelan a di nava sîstemeke wekhevî, azad û demokratîk de esas girt. Sîstema netewe-dewlet bi şêwaza ‘parçe bike, ji hev belav bike û rêve bibe’ desthilatdariya xwe didomîne. Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ya neteweya demokratîk ev sîstem deşîfre kir. Gelê me jî di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de têkoşînek meşand. Li ser vê bingehê li herêmê şoreşek pêk anîn. Di zîhniyetê de guhertineke gelekî mezin ava kir, di gelan de guhertineke gelekî mezin ava kir. Şoreşa Rojava encama vê yekê ye. Şoreşa Rojava bandoreke mezin li gelên li tevahiya cîhanê kir. Ev gelekî girîng e. Di sîstema netewe-dewletê de kaoseke gelekî mezin ava kir. Sîstemê qels kir û jiyaneke azad, demokratîk û wekhev a gelan ava kir.

GELÊ ME WÊ DESTÛRÊ NEDE KU KOMPLO BI SER BIKEVE

Gelê me di çarçoveya vê têkoşînê de li Rojhilata Navîn şoreş ava kir. Têkoşîna gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn bandoreke mezin li ser gelan kiriye. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn bingekek pir xurt ava kir. Di vê çarçoveyê de berxwedan didome, li dijî wê êrîş jî berdewam dike. Ji ber ku vê yekê berxwedanê li hemberî xwe weke xeteriyek dibînin. Ji ber vê yekê tecrîdê didomînin. Ji ber ku planên komplogeran encam nade, Rêbertî hemû planên wan deşîfre kir. Gelê me bi berxwedana xwe ev hemû vala derxist. Ji ber vê yekê, hêzên komploger çi kiribin jî komplo negihaşt armanca xwe. Di her pêvajoyê de komplo hate têk birin. Îro paradîgmaya neteweya demokratîk, sîstema konfederal a demokratîk ji bo gelê Kurd, gelên herêmê û hemû gelan bûye alternatîfa jiyana azad.

Di encama têkoşîna Rêber Apo, gelê me û dostên me yê 26 salan li dijî dewleta Tirk de, maskeya hêzên modernîteya kapîtalîst hat xistin, rûyê wan yê rast derket holê. Ji ber vê yekê dîn û har bûne, kîneke wan a mezin çêbûye. Bi vê hêrsê êrîşî Rêbertî dikin, tecrîda mutleq pêk tînin. Dijminatiyê li Rêbertî, li Kurdên azad, li tevgerê û li Kurdistanê dikin. Ji ber vê yekê hêzên komploger destekê didin dewleta Tirk. Lê belê li dijî wê berxwedan didome. Çi dikin bila bikin wê encam negirin. 26 sal in gelê me, dostên me û jinên me li ber xwe dan û komplo têk birin û nehiştin ku ev komplo bigihije armanca xwe. Bandora Rêber Apo ya li ser gelan îro ji her demê zêdetir e.

Rêber Apo êdî di vê rewşê de bûye rêberê gelan û bandora wî li hemû cîhanê belav bûye. Tevgera azadiyê bi hemû hêza xwe li ser piyane, bi can û xwîn têdikoşe, gelê me li ser piyane û têdikoşe. Hêzên komploger winda kirin, hêzên azadîxwaz, gelên berxwedêr bi serketin. Bi israr komployê bidomînin jî, îro berxwedan hîn jî dewam dike, berxwedana Rêbertî dewam dike. Di encamê de ev komplo vala derket. Çiqasî dixwazin binixumînin jî, nikarin. Komplo heta niha encam negirtiye û di siberojê de jî wê encam negire. Gelê me û gelan wê nehêlin komplo bi ser bikeve.

Pêngava ‘Ji bo Abdullah Ocalan azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratî’ salek li pey xwe hişt. Di nava salekê de bandora pêngavê û destketiyên wê çi bûn?

Ev pêngaveke gelek girîng bû. Pêngav di 10’ê Cotmeha 2023’yan de destpê kir. Di nava salekê de berxwedaneke pir mezin hate raberkirin. Ev berxwedan bi awayekî serketî hat meşandin û encamên girîng bi xwe re derxistin holê. Ev pêngav bi pêşengiya dostên me pêk hat. Ji ber vê yekê bandoreke xurt li tevahiya cîhanê kir. Parêznameyên Rêber Apo li hemû cîhanê hatin xwendin, ev yek ji bo têgihiştin û naskirina rastî, paradîgma û ramanên Rêber Apo gelekî girîng bû. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin û xwedîderketineke xurt çêbû. Gelek konferans hatin lidarxistin, akademîsyen, hunermend, rewşenbîr li ser paradîgmaya Rêber Apo nîqaş meşandin û nivîs hatin nivîsandin. Ev çalakî gelekî bi bandor bûn. Ev xebatên gelekî girîng in. Dîsa mînak konser hebûn, hunermendan piştgirî dan vê pêngavê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dengê xwe bilind kirin û daxwazên xwe bi awayekî vekirî anîn ziman. 69 xelatgirên Nobelê name ji rayedaran re nivîsandin û ji bo azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind kirin.

Dîsa zêdetirî 1500 parêzeran ji bo Rêber Apo name nivîsandin, daxuyanî dan û bang li saziyên rayedar kirin. CPT neçar ma gelek caran daxuyaniyan bide, herî dawî saziyên Konseya Ewropayê li hev civiyan, nîqaş kirin, gelek caran daxuyanî dan. Sedema van hemûyan jî berxwedan û têkoşîna hatiye nîşandan e. Ev yek pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gerdûnî kir. Ev gelekî girîng bû. Em dikarin bêjin ku pêngava ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpê kir, ji sînorên Kurdistanê derket û li tevahiya cîhanê xwedîderketinek mezin çêbû. Sendîkayên Brîtanya û Skoçyayê ku bi hezaran endamên wan hene, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daxuyaniyek dan. Li 4 parçeyên Kurdistanê bi taybetî li Bakur, Rojava û li derveyî welat gelê me bênavber li ser piyan bû.

Gelê me jî têkoşîneke gelekî bi bandor meşand. Bi salan e bi vî rengî ye, lê bi taybetî di nava 1 sala dawî de têkoşîn hîn bêhtir mezin bû. Têkoşîna civakî, têkoşîna hiqûqî, têkoşîna îdeolojîk, belavbûna paradîgmayê, têkoşîna siyasî û dîplomatîk encamên xurt derxistine holê. Îro dewleta Tirk a dagirker xitimiye. Vê pêngavê hêzên komploger jî tengav kir, neçar man li ser hev daxuyanî bidin. Lewma pêngav gelekî serketî bû, gelekî girîng bû û encamên ku derdixîne holê gelekî girîng in. Îro, divê em li ser bingeha van encaman tevbigerin bê ka em çawa dikarin vê pêngavê serketîtir bikin. Ji bo pêngav bi ser bikeve di her wateyê de derfet û şert û merc hatine afirandin.

Di meha bihurî de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryarek li ser Mafê Hêviyê girtibû. Hûn biryara Komîteya Wezîran a li ser binpêkirina mafê Hêviyê çawa dinirxînin?

Min pêşî jî got, di encama têkoşîna hatiye dayîn de neçar man ku vê biryarê bistînin. Mînak, DMME’yê di sala 2014'an de biryara xwe dabû û nêzîkatiya xwe diyar kir. Gotibû, ‘Li Îmraliyê tecrîd û êşkence heye, ev yek binpêkirina mafên mirovan e, ev yek nayê qebûlkirin, sûc e.’ Ji dewleta Tirk xwest ku dawî li tecrîd û êşkenceyê bîne. Lê belê piştre qet dengê wan derneket. Di navbera sala 2014'an heta 2024'an qet dengê xwe dernexistin. 10 sal derbas bûn, negotin çima hûn vê biryarê pêk naynin, çima ev tecrîd hê jî didome. Dema ku ev pêngav destpê kir, dema têkoşîn mezin bû û li her devera cîhanê belav bû û dema li gelek qadên navneteweyî gelek kesan nerazîbûn nîşanî tecrîdê dan, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê neçar ma li hev bicive û biryarekê werbigire. Ji dewleta Tirk re gotin ku divê hûn tecrîdê bi dawî bikin û di nava 1 salekê de sîstemê sererast bikin. Em vê yekê weke durûtiyeke mezin dinirxînin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 10 sal in li kur in, 10 sal in çi dikin? Ev 10 sal in li Îmraliyê sîstema tecrîd û êşkenceya mutleq heye, we çima dengê xwe dernexist?

Di navberê de 10 sal derbas bûne, nû li hev dicivin û û biryareke wiha digirin. Bêguman ev gelekî girîng e, ji xwe di encama têkoşîna hatiye meşandin de biryareke bi vî rengî dane. Lê belê têkiliya xwe bi dewleta Tirk re heye. Ev 10 sal in dewleta Tirk li dijî gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Li hemû qadan êrîşên mezin hene. Hêzên navneteweyî jî şirîkên van êrîşan in û destekê didin dewleta Tirk. Ji Tirkiyeyê re gotin, ‘Hûn dikarin Ocalan bi temamî bêbandor bikin, hûn dikarin tevgera azadiyê tasfiye bikin, hûn dikarin konsepta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bi encam bikin. Em piştgiriya we dikin, çavê xwe digirin û dengê xwe dernaxin.’ Bi vê yekê re dewleta Tirk ev 10 sal in konsepta qirkirinê li dijî gelê Kurd dide meşandin. Dixwaze li tevahiya cîhanê gelê Kurd bêbandor bike. Mînak li Parîsê li dijî hevrêyan 2 komkujî pêkanîn. Her wiha tecrîda mutleq li ser Rêber Apo dane domandin. Lê encam negirtin. Îro şerê cîhanê yê 3'yemîn ketiye qonaxa herî stratejîk. Pozîsyona dewleta Tirk zerarê dide berjewendiyên Ewropa, Emerîka û NATO'yê jî. Polîtîkayên ku niha dimeşînin, bandoreke neyînî li berjewendiyên wan dike.

Dîtin ku nikarin Rêbertî, tevgera azadiyê û gelê Kurd bêbandor bikin, bêîrade bikin û nikarin konsepta hêzên navneteweyî bigihînin encamê. Ji ber vê yekê di nêzîkatiyên xwe de hin guhertin çêkirin. Ne bi temamî ye, hêj şans didin dewleta Tirk. Ji dewleta Tirk re dibêjin ‘divê ligorî berjewendiya me tevbigerî’. Di rastiyê de ev şantaj e û zext e. Ji dewleta Tirk re dibêjin ku ‘divê hûn eksena xwe ji sedî sed li gorî Ewropa û Emerîkayê sererast bikin, naxwe pozîsyona me wê gav bi gav biguhere.’ Peyameke bi vî rengî didin dewleta Tirk. Di rastiyê de ji ber vê yekê 1 salek din şensê didin dewleta Tirk. Êdî ne Ewropa û ne jî Bloka Rojava di pozîsyoneke bi vî rengî de nikarin destekê bidin dewleta Tirk. Dewleta Tirk êdî ji bo wan barekî mezin e. Ew jî rûreş dibin. Têkoşîna ku ji aliyê gel û dostên me ve tê meşandin, rastiya wan deşîfre kir û wan rûreş kir. Ji ber ku ew tev hevkarên dewleta Tirk in. Her kes dibîne ku qanûn û demokrasiyên wan sexte ne.

DIVÊ EWROPA ÊDÎ NEBE HEVKARÊ SÛCÊN DEWLETA TIRK

Qaşo ji xwe re dibêjin em navenda mafê mirovan, hiqûqa demokratîk, demokratîk in. Gelê Kurd jî, gelên herêmê û gelê Ewropayê jî tev rûyê wan yê rast nas kir, fêm kir ku ev sexte ne, amûrên siyasî ne û ji bo berjewendiyên desthilatdariyê yên qirêj tevdigerin. Rûyê wan yê rast derdikev holê. Dewleta Tirk jî ev 10 sal in li hemberî Ewropayê şantajê dike. DAÎŞ'ê weke şantajê bi kar anîn. Dîsa tevahiya gelê Sûriyeyê kişandin Tirkiyeyê û îro jî dibêjin ku zêdetirî 4 mîlyon Sûriyeyî li Tirkiyeyê ne. Bi rêya penaberên Sûriyeyî pere ji Yekîtiya Ewropayê stendin. Ji bo penaberan li Tirkiyeyê bihêlin û neşînin Ewropayê peyman çêkirin. Hem bi vê yekê re Ewropa dîl girt, hem jî pere ji wan stand. Wan ev pere xwarin û ji bo penaberan ti tiştek nekirin. Êdî ev polîtîkaya wan jî îflas kir. Ewropa jî hewl dide ji vê pozîsyona dîlgirtîbûnê derkeve.  

Ji ber vê yekê, ev biryara ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê girtiye, bêguman biryareke kêm û derengmanê ye. Xaleke ku mirov rexne bike, lê weke ku dibêjin, mirov ji ku derê kêmasiya xwe paşve vegere jî, baş e. Gelek şaşitî kirin, siyaseteke gelekî qirêj meşandin, destek dan konsepta qirkirinê ya dewleta Tirk, bûn hevkarê sûcê. Niha jî dixwazin di polîtîkayên xwe de guhertinan çêbikin, dereng be jî, kêm be jî, ev tiştekî erênî ye. Divê Ewropa êdî nebe hevkarê vî sûcî. Divê ev zilma li ser gelê Kurd tê meşandin, rawestînin. Di şexsê Rêber Apo de zilmê li gelê Kurd dikin, şer dimeşînin. Ji ber vê yekê divê dewleta Tirk tişta ku hiqûqa navneteweyî ferz dike, bi cih bîne. Tecrîd û êşkence divê bi dawî bibe. Rêber Apo xwedî mafê hêviyê ye û divê ji nû ve were darizandin. Divê şert û mercên li Îmraliyê bên guhertin, ev girîng e.

Dewam dike...