Berxwedana Sêmalka di roja 55’an de ye: Divê PDK dest ji hevkariya bi faşîzmê re berde

Hevserokê Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêro Şero serdana kona nobetê kir û bang li rayedarên Başûr kir û got ku dest ji siyasetên hevkariyê berdin.

Çalakiya kona nobetê ya ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di encama kemîna ku çeteyên PDK’ê danîbû şehîd bûbûn hatî destpêkirin di roja 55’an de dewam dike.

Endamên Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro çûn serdana kona nobetê ku ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ya herêma Cizîrê ve bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên di kemîna PDK’ê de hatibû şehîd kirin li deriyê Sêmalka hatî vedan.

Çalakgeran banga radestkirina cenazeyên gerîlayên ku ji aliyê PDK’ê ve şehîd bûbûn kirin û îxaneta PDK'ê şermezar kirin.

Endamên Yekîtiyê berxwedana gerîla ya li dijî dewleta Tirk a faşîst silavkirin.   

çalakvanan li deriyê Pêşxabûr daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê Şêro Şero ve hate xwendin hate gotin: “Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo beşdarbûna kona nobetê û daxwaza radestkirina cenazeyê şehîdan, her roj diçin deriyê Sêmalka. Lê tevî bangawaziyên hêzên netewî û çalakgeran jî PDK bersivê nade daxwazên çalakvan û dayikên şehîdan.”

Di daxuyaniyê de her wiha bang li hikumet û rayedarên Başûrê Kurdistanê hat kirin û hat diyarkirin: “Dest ji siyaseta hevkariyê berdin, destê xwe bidin birayên xwe û dijî faşîzma Tirk bi rengekî hevbeş tevbigerin.”