Berxwedana mertalên zindî didome

Çalakiyên mertalên zindî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk didomin.

Ev bû zêdeyî mehekê ye ku gelê Rojava li ser sînor xwe kiriye mertalên zindî da ku pêşiyê li erîşa dewleta tirk û rejîma AKP'ê bigire. Gelê Rojava rojane berî ku bifikre roja xwe çawa derbas bike, li êrîşên dewleta tirk difikire û berê xwe dide ser sînor û  bi berdewamî nobet digire. Ji xwe konê nobetê li Kobanê, li gundê Qeremox bû zêdeyî mehekê ye ku hatiye vegirtin û gel bi tevahî beşên xwe nobeta xwe li wir digire. Gelê ku rastiya dewleta tirk û hikûmeta AKP'ê nas kiriye qet baweriyê pê nayne. Ji ber ku tecrûbeya Efrînê li ber çav e û dunya tev jî dizane ku çi binpêkirina mafê mirovan û guhertina demografîk li wir pêk tê.

Gelê Kobanê jî berê têra xwe ji êrîşên hevalbendên dewleta tirk (DAIŞ) êş kişandiye û naxwaze careke din ew êrîş dûbare bibin.

 Ji xwe êdî rûyê siyaseta Erdogan a li dijî mafê gelê kurd pir aşker bûye û bi taybet jî piştî girtina şaredariyan li bakurê kurdistanê ku ew şaredarî bi dengê gel û bi hilbijartinên demokratîk hatine avakirin. Ev yek dide nîşan ku Erdogan wê gotina xwe pêk bîne ku mafekî gelê kurd li ku derê hebe û bi çi rêbazî jî hatibe bi destxistin wê ew li dijî wî mafî be, lewre jî gelê kurd têkoşîna xwe ya li dijî siyaseta tunekirinê û çalakiyên xwe yên mertalên zindî li ser sînor didomîne.