'Berxwedana Kobanê bi pêşengiya jinan bi ser ket'

Firyaz Berkel bi wesîleya 9’emîn salvegera berxwedana dîrokî ya Kobanê axivî û got, “Jina Kurd di cîhanê de tarîfeke nû ji azadiyê û ji jinê re da. Berxwedana Kobanê bi pêşengiya jinan bi ser ket.”

Bi wesîleya 9’emîn salvegera berxwedana Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê Hevseroka Desteya Diravî a Herêma Firatê Firyaz Berkel ji ANF’ê re axivî. Berkel, diyar kir ku keç û xortên Kobanê li dijî çeteyên hov ku li serê tevahî cîhanê bûbû bela berxwedaneke efsanewî nîşan dan û bi ser ketin.

Berkel, da zanîn ku şoreşa gelan li Misrê û Yemenê dest pê kir û piştre bandora xwe li Sûriyeyê jî kir û wiha got, “Li dijî rejîma desthilatdariyê gel rabûn serhildanê. Ew şoreşên ku dihatin kirin jî, bêy amadekarî bû, ji bo wê jî yekser dihatin çewsandin. Li Sûriyeyê jî Bihara Ereban ku pêk hat, ew jî bêy amadekarî bû û yekser hat çewsandin, lê şoreşa gelê Kurd jî xeta sêyem esas girt û têkoşîna xwe dewam kir. " 

‘ŞOREŞA ME BERHEMA 45 SAL E’  

Berkel, anî ziman ku wan xwest ku projeya xwe pêşkêşî tevahî cîhanê bikin û wiha domand, “Ev proje berhema 45 sal e. Ev projeya ku bi fikir û felsefa Rêber Apo hatiye avakirin, bû tirsek ji tevahî dewletên desthilatdar. Desthilatdarî xwest civakê bi yek rengî, yek zimanî û yek çandî bi rêve bibe û wiha teşe bike. Hikûmeka Şamê jî li cihê ku li xwe vegere, êrîşî vê şoreşê kir û li dijî vê sîstemê bi hemû awayî sekinî. Şewqa projeyê Rêveberiya Xweser, her kesî anî ba hev. Raste dibe ku wek beden em di qirkirinê re nehatin derbaskirin, lê di aliyê mejî de em hatibûn qirkirin. Bi zimanê wan, çanda wan û li gorî wan me jiya. Projeya Xweseriya Demokratîk hişt ku her kes tê de bi reng û zimanê xwe, xwe îfade bike. Şanseke nû da jiyanê. Lewra jî bêy navber li ser vê projeyê êrîş tên kirin." 

Berkel, ambargoya li ser Kobanê jî bi bîr xist û got ku ew ambargo plankirî bû û wiha dewam kir, “Xwestin bi rêya ambargo û dorpêçê vîna gel têk bibin û gel neçarî koçberiyê bikin, piştre êrîş bikin. Çima Kobanê, ji ber ku yekem car Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêxistinbûna gel lê pêk anî bû. Şoreşa Rojava têde şewq da û ji ber ku yekem cihê ku li hemberî desthilatdariyê serî hilda bû, ew der hate hilbijartin." 

‘134 ROJAN ERDOGAN LI SER EKRANÊ DANEKET’ 

Berkel, destnîşan kir ku ferqa çeteyên DAÎŞ’ê ji Cebhet El Nûsre û Artêşa Azade tenê nave û wiha dirêjî da gotina xwe, “Feraseta wan yeke. Gotin hêza Kobanê a parastinê tune ye, lê 134 rojan berxwedaniyeke bê hempa hat kirin. Dema DAÎŞ tê gotin, tavilê artêşa herî bi hêz tê bala mirov YPG û YPJ’ê ye. Ew 134 rojan Erdogan her dem bi daxuyaniyên xwe destek da çeteyên DAÎŞ’ê. Lê di encamê de dîsa Kobanê bi ser ket.”

‘EW SAETÊN KU DIGOTIN EM Ê KOBANÊ TUNE BIKIN, EW BÛ SAETA TÊKÇÛNA WAN’ 

Berkel, anî ziman ku ew saetên ku digotin ‘em ê Kobanê tune bikin’ bû saeta têkçûna wan û got, “Çima hêvî û îrade neşikest, ji ber ku tenê ew ruhê berxwedaniyê hebû û bi wê ruhê berxwedaniya bê hempa hat kirin. Jina Kurd di cîhanê de tarîfekî nû ji azadiyê û ji jinê re da. Dema peyva DAÎŞ tê gotin, metirsiyek dihate bîra mirovan, lê bi destê jinê jî bidawî bû. Berxwedaniya ku bi pêşengiya jinê hatiye kirin ji tevahî cîhanê re bû mînak. Dema tê gotin jin, şervanên berxwedêr ên YPJ’ê tê bîra mirovan. YPJ’ê bi sekn û berxwedana xwe hişmendiya pergalê ya li hemberî jinê guhert. Şoreşa Rojava îsbat kir ku, herdu zayend ji bo maf û azadiya gel dikarin li ser esasê armancekê têbikoşin. Berxwedana Kobanê bi pêşengiya jinan bi ser ket. Berxwedaneke dîrokî hate kirin, divê her kes xwedî li vê mîrateya berxwedanê û gelê Rojava derkeve.”