Berxwedana gerîla li Reqayê hate slavkirin
Li Reqayê bi sedan kes derketin derve, êrîşên dagirker ên Tirk şemezar kirin û têkoşîna gerîla slav kirin.
Li Reqayê bi sedan kes derketin derve, êrîşên dagirker ên Tirk şemezar kirin û têkoşîna gerîla slav kirin.
Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarê wê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê meşiyan.
Meş ji pêşiya Nexweşxaneya El-Wetenî dest pê kir. Şêniyan pankartên bi nivîsên "Ji dagirkeriya Tirk a li Sûriyê û Iraqê re na", "Tev li cenga azadiyê bibin" û "Bimre dîktatorê serdemê Erdogan" vekirin û bê navber diruşme yên silavkirina berxwedana gerîla û QSD'ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li Sûriyê û Iraqê berz kirin.
Meş li kolanên sereke geriya û li çerxerêya Seatê mîtîngeke hate lidarxistin.
Bi navê meclisên giştî yên Reqayê Xelîl El-Hemûd axivî, diyar kir ku Tirkiyê bi destwerdanên xwe yên li Sûriyê, Iraq û Lîbyayê hewl dide dewleta Osmanî ya hilweşiyayî zindî bike.
Bi navê ciwanên şoreşger Îbrahîm Mihemed banga xwedîdkertina li berxwedana gerîlayan a li dijî dagirekriya Tirk kir û wiha got: "Tirkiyê hewl dide felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a ku rêya xelasiya gelên Rojhilata Navîn e tune bike"
Di çalakiyê de, endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliya El-Kecwan axivî, şehîdên azadiyê bi bîr anîn, berxwedana gelan silav kir. Her wiha destnîşan kir ku çarenûs û birîna gelên Sûriyê û Iraqê yek e.
Çalakî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.