Bersûm: Gelên Tirkiyê divê li dijî êrîşan yek bin

Hevserokê Partiya Yekîtiya Sûryaniyan Senherîb Bersûm têkilî darbeya li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê got, divê gelên Tirkiyê li dijî êrîşên desthilatê yek bin.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Sûryaniyan Senherîb Bersûm têkilî darbeya qeyûm a 19’ê Tebaxê ya li ser şaredariyên Kurdistanê Amed, Wan û Mêrdînê axivî û got, hikûmeta AKP’ê bêyî ku guh bide ti qanûn û yasayan hemû nirxên demokrasiye binpê dike û got, ‘’Destdanîna li ser şaredariyan tê maneya destdanîna li ser vîna hilbijartiyan û vîna gel.’’

Bersûm got ev rûdanên ku dibin ‘’peyama talokeyeke mezin didin’’ û domand,’’Ev tê maneya êrîşa li ser vîn û destkeftiyên gel. Biryara destdanîna li ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê biryareke ne hiqûqî ye û ji demokrasiye dûr e. Li ber van nehiqûqiyan li Tirkiyê pergaleke şowenî, faşîst û despot ava dibe.’’

AKP DIXWAZE JI TEVLÎHEVIYA SÛRIYÊ SÛD WERBIGIRE

Bersûm bal kişande gefxwarinên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojavayê Sûriyê jî got, ‘’Armanc ew e ku bi şer desteka beşekî Tirkiyê bide pişt xwe û şerê li herêmê li welatên cîran jî berbelav bike.’’

Bersûm got hikûmeta AKP’ê ji destpêkê ve dixwaze sûdê ji rewşa Sûriyê û nexasim ji Bakurê Sûriyê bistîne û ji ber vê destekê dide gele koman û nûnerên wan, dixwaze ji tevlîheviya Sûriyê sûd werbigire.

ARMANCA WAN EW E KU DERBÊ LI PERGALA XWESERIYA DEMOKRATÎK BIXIN

Bersûm bi domdarî got armanca AKP û  Erdogan ew e ku derbê li projeya Xweseriya Demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe û got wiha domand: ‘’Di pêvajoyeke wiha de divê em li dijî êrîşan yek bin. Em dixwazin bang li civaka navnetewî jî bikin û dibêjin, divê li dijî vê hişmendiya şowenî, faşîst û radîkal a dînî bibin xwedî helwest. Ji ber ku ev êrîş weke ku me gotî ne tenê ji bo herêmê, ji bo hemû Rojhilata Navîn taloke ye.’’

ÊRÎŞA LI SER HDP’Ê ÊRÎŞA LI SER GELÊ SÛRYAN E

Bersûm herî dawî got, gelên Sûryan di nav HDP’ê ne, wekîlekî wan li nav HDP’ê heye û ew girîng dibinin ku li Parlamentoya Tirkiyê nûnerekî gelên Sûryan heye û got, ‘’Ji ber vê sedemê êrîşên AKP’ê yên li ser HDP’ê êrîşa li ser gelên Sûryan e. Ji ber vê, ne tenê Kurd divê hemû gelên ku li Tirkiyê neheqî li wan tê kirin bibin yek û yek deng da ku bikarin berevaniyê li destkefiyên xwe bikin.’’