Berekat: Gotina dawîn a Gulo ‘Berxwedan’ bû

Hevserokê Komîteya Karê Navxweyî Kenan Berekat diyar kir ku beriya êrişê wî Yûsif Gulo dîtibû û got “Gotina wî ya dawîn ev bû ku, digot em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Duh dewleta Tirk a dagirker li dijî yek ji malbatên welatparêz ên li Rojavayê Kurdistanê (malbata Gulo) bi balafirkeke bêmirov li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo komkujiyek pêk anî. Di encamê de Yûsif Gulo û herdu neviyên wî Mazlûm û Mihemed şehîd bûn.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Yûsif Gulo ya li taxa Hilêliyê ya li Qamişlo hatiye vedan û bi hezaran welatiyên herêma Cizîrê serdana kon dikin û sersaxî didin malbatê.

Di bin konê sersaxiyê de, birayê Şehîd Yûsif Gulo, Îbrahîm Gulo axivî û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe li ber xwe dide û wê tu kes nikaribe vê hevgirtinê lawaz bike û wiha dom kir: “Yên ku dijminatiya van pêkhateyan dike û komkujiyan li dijî wan dike Erdogan û bav û kalên wî ne. Lê belê wê nikaribe gelê Kurd qir bike.”

Îbrahîm Gulo destnîşan kir ku dema kalepîrek soza dewamkirina tekoşînê dide, tê wateya ku keç û xortên vî gelê dê tekoşînê dewam bikin û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Keç û xortên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li eniyên şer in, bi hezaran leşkerên vê axê diparezin, her Kurdek di mala xwe de leşkerê azadiyê ye. Rûniştin ji bo me şermeke mezin e, divê em ji bo doza xwe têbikoşin.”

Îbrahîm Gulo di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku dê her û her gelê Kurd li ser piyan bimîne û soza şopandina xeta şehîdan da.

Her wiha Hevserokê Desteya Hundirîn a herêma Cizîrê Kenan Berekat axivî û da zanîn ku malbata Gulo ji wan malbatan e ku hemû derfetên xwe xistiye xizmeta doza gelê Kurd û wiha pê de çû: “Beriya mehekê me serdana apê Yûsif Gulo kir, di serdanê de ji me re got `Li hemberî êrişên Tirkan, em ê heta dawiyê berxwedaniyê bikin`. Moralê apê Yûsif pir pir bilind bû. Şehîd Yûsif Gulo di nava gelê Kurd de roleke neteweyî ya mezin lîst.”

Kenan Berekat da xuyakirin ku çiqasî dewleta Tirk a faşîst êrişî wan bike jî, wê dev ji berxwedan û têkoşînê neqerin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk hebûna Kurdan nas nake û qebûl nake ku sîstemeke rêveberiya xweser bê avakirin. Ev êrişa ku duh pêk hat ne tenê li dijî malbatekê ye, di kesayeta her sê şehîdan de, gelê me dike hedef.”